Protestoyên YOK'ê yên li Stenbol û Antalyayê rastî êrîşa polîsan hatin

Li Zanîngeha Stenbolê, xwendekarên ji bo şermezarkirina YOK'ê civiyan, rastî êrîşa polîsan a bi ço, bombeyên gazê û mertalan hatin. Gelek xwendekar bi lêdanê hatin binçavkirin.

Desteya Hîndekariya Bilind (YOK) a ku piştî darbeya faşîst a 12'ê Îlonê di 6'ê Mijdara 1982'an de hat damezrandin, tê şermezarkirin. Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê bi vê armancê xwestin ji ber Fakûlteya Wêjeyê heta Meydana Beyazitê bimeşin. Lê belê polîsan pêşî li xwendekaran girtin û bi lêdanê ew kirin binçavan. Rewşa aloz a li zanîngehê dewam dike.

Li Zanîngeha Akdenîzê ya li Antalyayê jî, xwendekarên salvegera 34. a damezrandina YOK'ê protesto kirin, rastî êrîşa polîsan hatin. Piştî êrîşê polîs ketin nava kafeyên li zanîngehê û êrîşî xwendekarên derketin pêşiya wan, kirin. Xwendekarên li vê derê nerazîbûn nîşanî êrîşa polîsan dan, hatin binçavkirin.

Navên xwendekarên hatin binçavkirin û ew birin Qereqola Polîsan a Konyaalti Fatîh bi vî rengî ne: Seher Beytaş, Umît Yaman, Gozde Ayna, Demîrkan Şîmşek, Yasîn Karasûlû, Ferdî Îşçî, Huseyîn Nakay û Suleyman ê paşnavê wî nehat zanîn.