Xwendekaran perwerdeya wekhev, bê pere û zanistî xwestin
34. salvegera damezrandina Saziya Perwerdeyê ya Bilind (YOK)’ê li gelek navendan hat protestokirin. Xwendekaran daxwaza perwerdeya wekhev, bê pere, zanistî û bi zimanê dayikê kirin.
34. salvegera damezrandina Saziya Perwerdeyê ya Bilind (YOK)’ê li gelek navendan hat protestokirin. Xwendekaran daxwaza perwerdeya wekhev, bê pere, zanistî û bi zimanê dayikê kirin.
34. salvegera damezrandina Saziya Perwerdeyê ya Bilind (YOK)’ê li gelek navendan hat protestokirin. Xwendekaran daxwaza perwerdeya wekhev, bê pere, zanistî û bi zimanê dayikê kirin. Li Îzmîrê çalakiya xwendekaran ku hat xwestin bê astengkirin, li Enqereyê xwendekaran hatin binçavkirin.
EDENE
Li Zanîgeha Çukurovayê xwendekarên şoreşger, demokrat û welatparêz di 34'emîn salvegera damezirandina Saziya Perwerdeya Bilind (YOK) li qada R1'ê hatin cem hev û çalakiya şermezarkirinê li dar xistin. Xwendekaran pankarta "Li dijî şerê qesrê û YOK a sermayeyê têkoşîn" vekirin ber bi xwaringeha zanîngehê meşiyan. Di çalakiyên peywirdarên ewlehiya taybet kontrola nasnameyan kirin. Piştî meşê li ser navê xwendekaran Çagla Cemalî axivî û got ku divê YOK bê rakirin û zanîngeh bibin azad û xweser. Cemalî bilêv kir ku xwendekarên zanîngehê wê dev ji têkoşîna li dijî YOK'ê bernedin û ew ê li dijî hewldanên ku dewlet bi postalên xwe ve bikeve zanîngehan, veguherandina girtîgehên bêtel, li zanîngehan avakirina artêşa betalan, li dijî perwerdeya bê kalîte, yek tîp kirinê, zanîngeh kirina cihê bazirganiyê, li dijî pêkûtiyên polîs û pewirdarên ewlehiyê yên taybet wê bi fakulte bi fekulte têkoşînê xurtir bikin.
MÊRSÎN
Xwendekarên ku li ber Fakulteya Fen û Edebiyatê ya Zanîngeha Mêrsînê hatin cem hev û pankarta "Em ê li zanîngehê destûrê nedin YOK'ê li herêmê desturê nedin şer" vekirin û ber bi qada Cumhuriyetê ve meşiyan. Li ser navê xwendekaran Emre Yilmaz axivî û bilêv kir ku YOK bi polîtîkayên arîzîkirinê ve tê xwestin bikin cihê bazirganiyê û rektor jî şîdet û pêkûtiyan ve mudaxaleya dewletê rehetir dikin. Yilmaz got ku têkoşîna wan a 34 salan berdewam bike û YOK a ku encama cuntayê ye xira bikin.
ÎZMÎR
Xwendekar li ber Zanîngeha Egeyê kom bûn û xwestin damezirandina YOK'ê şermezar bikin. Lê xwendekar rastî astengiya rektoriyê hatin. Midûrê ewlehiyê yê zanîngehê diyar kir ku ji ber fermana walîtî û emniyetê desturê nedin çalakiyê û dê mudaxale bikin. Li ser vê yekê xwendekaran dest bi çalakiya rûnştinê kirin. Emîne Akbaba li vir axivî û got ku YOK ji bo ku xwendekarên perwerdehiya zimanê dayikê û zanistî dixwazin biçewîne hatiye damezirandin.
Li Zanîngeha 9 Eylulê jî li Kampusa Dokuz Çeşmelerê xwendekar hatin cem hev û li ser YDK'ê forum hate lidarxistin. Xwendekaran di bin dorpêça polîsan de YOK çawa ji bo ku xwendekaran biçewisîne hatiye damezirandin vegotin.
ENQERE
Li Enqereyê ji bo protestokirina YOK’ê xwendekar li Guvenpark kom bûn, pankarta, “Bila qatilên Erkîn bên cezakirin, YOK bê rakirin, Dev-Genç” vekirin. 4 xwendekarên ku pankart vekirin, piştî demek kurt rastî êrîşa polîsan hatin, hatin derbkirin û binçavkirin.