3 gund û 3 gundik hatin azadkirin
HSD’ê 3 gund û 3 gundik azad kirin. 3 êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên bi wesayîtên bombebarkirî jî bêyî bigihêjin hedefên xwe ji aliyê şervanên HSD’ê ve hatin bêbandorkirin.

Pêngava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)’ê ya li başûrê Hesekê dane destpêkirin di roja 7’emîn de bi serketî didome.
Şervanên HSD’ê yên îro saetên êvarî li ser xeta Hesekê ber bi bajaroka Hol ve pêşveçûna xwe didomînin, gundên Henîc û Nasrata yên li nêzî Dawidiyê azad kirin. Gundikê Eqlê yê li ser heman xetê gundek û gundikeke ku navê wan nehat zanîn jî ji çeteyên DAIŞ’ê hatin paqijkirin.
Di pevçûnên li ser vê xetê de çeteyên darbên giran xwarin, li durêyana Şeddadê hewl dan bi 2 wesayîtên bombebarkirî êrîşî gundikê Eqlê Naîm ê hêzên HSD’ê azad kirin. Çete negihiştin armanca xwe.
Di pevçûnên li ser vê xetê di navbera hêzên HSD’ê û çeteyan de rû dan gelek çete hatin kuştin. Cenazeyên 7 çeteyan, 4 keşeşnîkof, 2 BKC û roketavêjeke RPG (B-7) ketin destê hêzên şoreşger.
HSD’ê gundê Hesavat ê li başûrrojhilatê herêma Xatûniyê yê di bin dorpêçê de ye ji çeteyan rizgarkirin. Çeteyên li vî gundî windahiyên giran dan, hewl dan bi wesayîta bombebarkirî êrîş bikin. Şervanên HSD’ê yên ev hewldana çeteyan ferq kirin wesayît gulebaran kirin û ji dûr ve îmha kirin.