9 kes li Mêrdînê hatin girtin

Li navçeyên Şemrex û Nisêbînê yên Mêrdînê di serdegirtinên malan de di nav wan de Hevşaredarê Şemrexê Alî Ozkan jî ku heye 11 kes hatibûn binçavkirin, ji wan 9 kes hatin girtin.

Li navçeyên Şemrex û Nisêbînê yên Mêrdînê di serdegirtinên malan de di nav wan de Hevşaredarê Şemrexê Alî Ozkan jî ku heye 11 kes hatibûn binçavkirin, ji wan 9 kes hatin girtin.

3’yê Mijdarê jendermeyan li navçeya Şemrex û Taxa Girêmîra ya girêdayî navçeya Nisêbînê bi awayekî hemwext girtibûn ser malan. Di serdegirtinan de li Şemrexê di nav wan de Hevşaredarê Şemrexê Alî Ozkan jî ku hebû 5 kes, li Girêmîra 6 kes bi giştî 11 kes hatibûn binçavkirin. Ji 11 kesên ku anîn Fermandariya Jendermeyan a Rişmilê 2 kes îro li dozgeriya Mêrdînê piştî îfadeyê hatin berdan. 9 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Sulh Ceza ya Mêrdînê hatin kirin. Hevşaredarê Şemrexê Alî Ozkan, Adem Dogan, Mehmet Şik, Alaattîn Orek û kesekî ku navê wî nehat zanîn jî di nav de 9 kes bi îdîaya “Endamên rêxistinê ne” hatin girtin û şandin girtîgehê.