Davûtoglû protesto kirin, bi 6 mehan hatin cezakirin
Li Mersînê, di doza li hemberî kesên Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû protesto kirin hat vekirin de, li 2 kesan 6 meh û 20 roj cezayê girtîgehê hat birîn.

Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû, ku ji bo beşdarî kongreya partiya xwe ya bajêr bibe roja 3'ê Çileyê çû Mersînê, ji aliyê endamên Halkevlerî û xwendekarên zanîngehê yên ji Kolektîfa Xwendekaran ve hat protestokirin. Lê belê ciwan rastî êrîşa polîsan hatibûn.
Der heqê 14 kesan de bi hinceta ku di dema binçavkirinê de li ber xwe dane, li dijî qanûna meşê dekretine û heqaret kirine, doz hat vekirin. Biryara dawî ya dozê di 5'ê Mijdarê de li 16. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Mersînê hat dayîn. Dadgehê cezayê 6 meh û 20 rojan li Dogûş Bozaci û Sînan Hudur birî.