Polîsan li Wanê êrîşî konê sersaxiyê kirin: Gelek kes hatin binçavkirin

Polîsên Tirk êrîşî konê sersaxiyê yê gerîlayê HPG'ê Azad Guney ê li Erdîşê kirin. Di vê êrîşê de polîsan gelek kirin binçavan û li gel û parlamenteran dan.

Polîsên Tirk êrîşî konê sersaxiyê yê gerîlayê HPG'ê Azad Guney ê li Erdîşê kirin. Di vê êrîşê de polîsan gelek kirin binçavan û li gel û parlamenteran dan.

Li navçeya Wan Erdîşê, polîsan êrîşî konê sersaxiyê yê ji bo gerîlayê HPG'ê Azad Guney (Azad Welat) ê di şerê 18'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû hat vedan, kirin. Di êrîşê de endamên Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP û DBP'ê, parlamenterên HDP'ê Lezgîn Botan û Tuba Hezer jî di nav de gelek kes hatin derbkirin û heqeret li wan hate kirin. Polîsan gelek kes bi lêdanê kirin binçavan. Polîsan nûçegihanê DÎHA'yê Îdrîs Yilmaz jî bi lêdanê kirin binçavan.

Alîkarê Hevserokê HDP'ê yê Wanê Fadil Bariş têkîldarî êrîşê wiha got: "Em li hundirê kon rûdiniştin, polîsên ku hatin, heqeret li dayikên aştiyê, parlamenter û welatiyan kirin û ew derb kirin. Di êrîşê de ji dayikan hin kes birîndar bûn. Polîsan bi TOMA û wesayîtên zirxî ev êrîş kirin."

Parlamenter Botan jî bilêv kir ku dema ku bi polîsên bi ser kon de girtine re diaxivî gelek polîs û amîrê emniyetê hatine gaza îsotê li rûyê wê kirine û wiha axivî: "Piştre gelek kes em rastî êrîşê hatin, kulm avêtin rûyê min." 

Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Erdîşê.