HDP parlamentên herêman pêşniyar dike

HDP wê di dema nû de destûreke nû ya bingehîn û sivîl bike karê xwe yê sereke. Ji bo vê jî wê pêşnûmeya destûra bingehîn a 2011'an esas bigire. Di vê pêşnûmeyê de parlament û meclîsên herêmî jî cih digirin.

HDP wê di dema nû de destûreke nû ya bingehîn û sivîl bike karê xwe yê sereke. Ji bo vê jî wê pêşnûmeya destûra bingehîn a  2011'an esas bigire. Di vê pêşnûmeyê de parlament û meclîsên herêmî jî cih digirin.

HDP, pêşnûmeya destûra bingehîn a beriya niha pêşkêşî Komîsyona Lihevkirina Destûra Bingehîn kiribû esas digire û destûra bingehîn a nû, sivîl û demokratîk pêşniyar dike. Di pêşnûmeyê de 'sîstema parlamenteriyê ya erkan radestî herema dike' tê parastin, her wiha meclîsên xwecihî, parlamentên herêmî û serokatiyên herêmî tên pêşniyarkirin.

WÊ PÊŞNÛMEYA DESTÛRA BINGEHÎN A BDP'Ê ESAS WERE GIRTIN

HDP helwesta xwe ya li dijî sîstema serokatiyê diparêze. Karê sereke yê partiyê destûreke bingehîn  a 'sivîl, demokratîk û azadîparêz e'.

HDP wê di çarçoveya "pêşnûmeya Destûra Bingehîn" a Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) di sala 2011'an de pêşkêşî Komîsyona Lihevkirinê ya Destûra Bingehîn kiribû, tevbigere.

PARLAMENT Û MECLÎSÊN HERÊMAN

PÊŞNÛME

Pêşnûmeya ku xurtkirina rêveberiya ji cih esas digire, bi vî rengî ye:

Îdareya Cemaweriye ya Navendî

Xal

(1) Tirkiye ji aliyê damezrandina îdareya navendî ve; li gorî şertên ekonomîk, taybetmendiyên civakî û çandî, rewşa erdnîgarî û pêwîstiyên xizmetên cemaweriyê, bi herêman, herêm bi bajaran, bajar qedeme bi qedeme bi jîngehan dabeş dibin.

(2) Îdareya herêman û bajaran xwe dispêre esasê berfirehiya erkê.

(3) Wezîfe û xizmetên li gorî îdareya cemaweriya navendî ve werin meşandin, ev in:

a) Wezîfe û xizmetên edalet, parastina neteweyî, ewlekariya neteweyî, têkiliyên derve.

b) Wezîfe û xizmetên maliye, hazine, bazirganiya derve, xizmetên gumrukê û sererastkirinên li ser bazaran. 

c) Di mijara bikaranîna çavkaniyên Malî de, li gorî esasên xweseriya malî nêzî îdareyên cemaweriyê yên herêmî dibe.

d) Wezîfe û xizmetên li ser; amadekirina planên aboîr, civakî û fîzîkî yê asta neteweyî, pêkanîna proje û bernameyên ji bo ji holê rakirina newekheviya navbera herêman.

e) Wezîfe û xizmetên din ên qanûn bi taybetî li ser îdareya navendî ferz dikin.

Îdareyên Cemaweriyê yên Xwecihî

Xal

(1) Îdareyên cemaweriyê yên xwecihî; rêveberiyên xwecihî, bajar û jîngehên din saziyên cemawewriyê ne ku li gorî pêwîstiyên xwecihî yên gel ên hevpar hatine avakirin û organên wan ên biryardayînê ji aliyê gel ve hatine hilbijartin e.

(2) Hilbijartinên îdareyên cemaweriyê yên xwecihî çar salan carekê tên kirin.

(3) Kontrola li ser qezenckirin an jî windakirina sifata organên hatine hilbijartin, ancax bi rêya dadgeriyê dibe.

(4) Qanûnên li ser îdareyên cemaweriyê yên xwecihî, bi piraniya dengên temamiya endamên Meclîsa Milletê Mezin a Tirkiyeyê, tê derxistin.

(5) Ûsûl û esasên li ser damezrandina îdareyên cemaweriyê yên xwecihî, erk û wezîfeyên wan, hilbijartina organên biryardayînê, yekîtî û wezîfeya navbera wan, dabeşkirina erk û hatineyê, têkiliya bi îdareya cemaweriyê û têkiliya di navbera xwe de, têkiliya bi qada navneteweyî re û endametiya li saziyên rêveberiyên xwecihî yên navneteweyî, li gorî pîvana rêveberiya xwecihî ya demokratîk, bi qanûnê tê sererastkirin. Qanûn, ji bo navendên mezin ên jîngehan, dikare şêweyên rêveberiyeke taybet destnîşan bike.

Îdareya Cemaweriyê ya Herêmî

Xal

(1) Sînorên rêveberiyên cemaweriyê yên xweser ên herêmî, li gorî taybetmendiyên dîrokî, çandî, sosyolojîk, erdnîgarî û aborî, bi qanûnê tê destnîşankirin.

(2) Îdareya Cemaweriyê ya Herêmî ji Meclîsa Herêmê û Serokatiya Herêmê pêk tê.

(3) Meclîsa Herêmê, hejmareke 3 qat ji parlamenterên li wî bajarî zêdetir, ji endaman pêk tê.

(4) Endamên Meclîsa Herêmê, di mijarên; karên li endametiyê nayên, bêberpirsyariya di qanûndanînê, destnedayîna qanûndanînê, windakirina parlamenteriyê, budçe û lêçûnan de, di nava hukmên TBMM ên li ser mijarê de cih digirin.

(5) Meclîsa Herêmê, erkên ji aliyê destûra bingehîn û qanûnan ve ji Meclîsa Milletê Mezin a Tirkikyeyê û îdareyeke din a cemaweriyê re nehatiye hiştin û erkên li derveyî hemû erkên hevpar, bi xusûsî bi kar tîne. Meclîsa Herêmê xwedî erka çêkirina qanûnê û wergirtina biryarê ye. Di çarçoveya xweseriya malî de xwedî wê erkê ye, ku bi çavkaniyên ji budçeya navendî hatiye dayîn û çavkaniyên herêmî yên malî, budçeyê amade bike.

(6) Serokatiya Herêmê ji Serokê Herêmê û Desteya Rêveber a Herêmê pêk tê. Serokê Herêmê ji aliyê welatiyên xwedî mafê dengdayînê ve, ji aliyê gel ve tê hilbijartin.

Serokê Herêmê, bi bicihanîna biryar û qanûnên ji aliyê Meclîsa Herêmê ve hatine qebûlkirin, wezîfedar e. Di bicihanîna van wezîfeyan de endamên Desteya Rêveber a Herêmê ji Serokê Herêmê re dibe alîkar. Endamên Desteyê jî di nava endamên Meclîsê û ji derveyî meclîsê ve dikare wezîfedar bike yan jî ji wezîfeyê bigire. Desteya Rêveber a ji aliyê Serokê Herêmê ve hatiye wezîfedarkirin, di rûniştina destpêkê ya heman piştî wezîfedarkirinê de, Meclîsa Herêmê pêşkêşî dengdayîna pêbaweriyê dike. Hejmara endamên Desteya Rêveber a Herêmê, nabe ku 2/5 ê hejmara endamên Meclîsa Herêmê zêdetir be.

(7) Îdareya Cemaweriyê ya Herêmê, erk û wezîfeya xwe ji bo yekparebûna welêt û di çarçoveya hurmeta li erkên bajar û jîngehên din, bi kar tîne.

Qedexeya Endametiya li du Meclîsan

Xal

Endamên Meclîsa Herêmê nikare di heman demê de bibin Endamê Meclîsa Milletê Mezin a Tirkiyeyê.

Kontrola Îdareyên Cemaweriyê yên Xwecihî

Xal

(1) Erka vekirina doza betalkirina qanûnên li Meclîsa Herêmê hatiye derxistin li Dadgeha Destûra Bingehîn, di destê Serokkomar û partiyên siyasî yên li Meclîsa Herêmê xwedî kom in, de ye.

(2) Amîrê îdareya mulkî û her kesên li herêmê yên menfaetên wan hatine binpêkirin, di nava dema di qanûnê de hatiye diyarkirin, dikare li hemberî biryar, kar û xebatên Serokatiya Herêmê, di çarçoveya dadgeriya îdarî de dozê veke.