BI DÎMEN

Bûldan: Hêzên demokrasiyê xwedî li pêvajoya bêçalakîtiyê derneketin

Cîgira Serokê Koma HDP’ê Pervîn Bûldan biryara ku KCK’ê bêçalaktî bi dawî kiriye ji ANF’ê re nirxand.

Cîgira Serokê Koma HDP’ê Pervîn Bûldan a biryara KCK’ê ya bidawîkirina bêçalaktiyê nirxand diyar kir ku hêzên demokrasiyê yên banga bêçalaktiyê li KCK’ê kirin pêvajoya bêçalaktiyê baş nenirxandin. Bûldan,  anî ziman ku pêvajoya pêşiya me wê hê girantir be lê tevî wê jî hê hêviya aştî û demokrasiyê heye.

Cîgira Serokê Koma HDP’ê Pervîn Bûldan biryara ku KCK’ê bêçalaktî bi dawî kiriye ji ANF’ê re nirxand.

Bûldan destnîşan kir ku tevî biryara bêçalaktiyê jî AKP’ê polîtîkayên şer ne rawestandin, hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê jî pêvajoya ku bi biryara bêçalaktiyê destpê kir baş nenirxandin.

Bûldan wiha axivî: "AKP’ê polîtîkaya komkujiyê bi taybet li herêmê dewam kir. Lê li hember vê mixabin hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê li ser dewlet û hikûmeta AKP’ê ti zextek çênakirin. Ez wer difikirim ku di bidawîkirina biryara bêçalaktiyê de pareke mezin a hêzên demokrasiyê ye heye. Eger hêzên demokrasiyê li hember biryara bêçalaktiyê ji bo dewletê jî gav avêtiba zext çêkiribana dibe ku îro biryara bêçalaktiyê dewam kiriba.

Bûldan bal kişand ku li hemberî şerê li bajarên Kurdan hêzên demokrasiyê yên li Rojava berteka pêwîst nîşan nadin û got: “Ez wer difikirim ku hêzên demokrasiyê di vê mijarê de xwedî li pêvajoya bêçalaktiyê derneketin.

Bûldan da xuyakirin ku wê HDP israra xwe ya di aştiyê de ji niha û pê ve jî bidomîne û got: "Ji bo em israra xwe ya di aştiyê de nîşan bidin pêwîst e em bikevin nav rêxistinbûneke cuda. Li Tirkiyeyê gelek beşên ku aştiyê dixwazin hene. Lê ji ber ku ev beş nayên gel hev û xwe rêxistin nakin zêde dengê wan dernakeve. Ji lewra em her kesên li Tirkiyeyê aştiyê dixwazin dikarin bigirin gel xwe. Em dikarin şert û mercên têkoşîna bi hev re ava bikin. Eger em van şert û mercan ava bikin ji eniyeke hê berfirehtir bi blokeke hê mezintir em dikarin peyamên xwe yên têkildarî vê mijarê bidin dewlet û hikûmetê."

'EM KETIN PÊVAYOYEK TÊKOŞÎNÊ YA NÛ'

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Bûldan destnîşan kir ku wek HDP’e ji bo dengê aştiyê bilindtir bike wê tarzek rêxistinbûyinê ya nû deynin ser maseyê û wiha berdewam kir: “Rojên gelekî zehmet li benda me ne. Ji ber ku konsepta şer a AKP’ê di meriyetê de ye. Lê li hember vê gel bi taybet carekê jî be divê destê hev bigirin û vê pêvajoyê em ê ji nû ve bihûnin. Dibe ku hinekî karên me bikevin zoriyê. Lê em ketin pêvajoyek têkoşînê ya nû. Ji niha û şûn ve pêwîst e em zêdetir xwe bi rêxistin bikin, em dest bidin dest hev ku em karibin polîtîkayên şer ên AKP’ê bê bandor bihêlin û aştiyê wek qadek nû ya têkoşînê deynin pêşiya xwe.”

Bûldan diyar kir ku ji bo ji nû ve destpêkirina pêvajoya aştî û çareseriyê hê jî hêvîdar in û wiha domand: “Pêvajoya aştî û muzakereyê Birêz Ocalan da destpêkirin. Ji ber vê jî hewldanên Birêz Ocalan hê jî didomin. Min hêviya xwe parast, ez ê her tim jî biparêzim. Ji ber ku hêzên demokrasiyê ev pêvajo pêş xistin. Wê careke din hêzên demokrasî û aştiyê bikevin meriyetê. Li hember konsepta şer a AKP’ê, ji bo aştî û muzakere bikevin meriyetê, têkoşînek mezin li benda me ye. Hem di Meclîsê de hem jî li derve, di tevahî qadên jiyanê de, ji bo pêvajoya aştî û muzakereyan pêş bikeve em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Bûldan ragihand ku piştî hikûmeta nû bê avakirin jî wê ji nû ve hewldanên wan çêbibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ji nû ve çûna Îmraliyê destpê bike û desteyên şopandinê tavilê bên avakirin, wê hewldanên me çêbibin. Her wiha, wek jin jî, ji bo pêvajo pêş bikeve, em ê bi hêzên azadiyê yên jin re têkoşînê bimeşînin.”