Malbata Hesen: Bota em lê siwar kirin, binav kirin

Malbata Hesen, ku ket nava lepên bazirganên mirovan û di dema 'rêwîtiya ber bi hêviyê' de bota wan hat binavkirin û bi saetan tevî zarokên xwe di nava deryayê de ma, cara duyemîn neçar ma bi rêya qaçaxçiyên qet jê bawer nakin, bikeve ser rê.

Malbata Hesen, ku ket nava lepên bazirganên mirovan û di dema 'rêwîtiya ber bi hêviyê' de bota wan hat binavkirin û bi saetan tevî zarokên xwe di nava deryayê de ma, cara duyemîn neçar ma bi rêya qaçaxçiyên qet jê bawer nakin, bikeve ser rê.

Sivîlên ji şer û pevçûnên li welatên xwe direvin, hewl didin derbasî welatên Ewropayê bibin. Ev mirov herî zêde li bajarên peravên Ege û Derya Spî, dikevin nava xefik û lepên qaçaxçiyên mirovan. Birina mirovan bi keştî û botan, li gorî ewlekariya xwe, buhayê xwe cuda ye. Rêwîtiya bi botên ku buhayên xwe 10 hezar Euro ye, di navbera 1000-1500 Euro de diguhere. Buhayê rêwîtiya bi keştiyên ku hîn sexlemtir in; 2000-2500 e.

BI MEJIYÊ ŞÎRKETÊ DIXEBITIN

Bazirganê mirovan, li herêmên ku koçber lê gelek in bi hêsanî tên peydakirin. Qaçaxçiyên ku buro yan jî odeyên otelê bi kar tînin, bi mejiyê şîrketê dixebitin. Piştî dayîna pereyê rêwîtiyê, ji mirovan re roj û navnîşanek ji bo çûyînê didin. Penaberên ku pereyan radestî zêrfiroş an jî kargehên hatine diyarkirin dikin, piştî ku xwe gihandin Yewnanîstanê, fermanê didin ku pereyan radestî bazirganan bikin. Êlekê xilasiyê jî, ku di rewşeke neyînî de wan diparêze, ji aliyê penaberan ve di berdêla 25 lîreyî de tê kirîn.

'RÊWIYÊ MIRINÊ' VEDIBÊJE...

Eyşe Hesen a ji Sûriyeyê, ku di rêwîtiya destpêkê de bota wan hat binavkirin û bi saetan tevî zarokên xwe di nava avê de ma, çîroka rêwîtiya ber bi hêviyê ve ji ANF'ê re vegot.

Hesen diyar kir ku ew neçar bûn cara duyemîn dest bi 'rêwîtiya mirinê' bikin û got, "Tevî du zarokên xwe ez ji Helebê hatim vê derê. Hevserê min di şer de mir û em jî ji wir hatin. Li Îzmîrê bi rêya şexsekî em wî nas dikin, me kesên qaçaxçitiyê dikin nas kirin. Ji me re gotin ku ew bi keştiyê mirovan dibin û wêneyekî wê jî nîşan da. Xwestin ku em pere di cih de bidin wan, lê belê ji ber ku me jê bawer nekir, me neda. Li navnîşana ku wan dabû me, danê êvarê hatin em birin cihê ku me li keştiyê siwar bikin. Li cihê rawestînê, tevî me 60 kes hebûn. Piştî ku dema dewriyê ya ewlekariya peravê qediya, boteke plastîk xwe nêzî peravê kir û ji me xwestin ku em lê siwar bibin. Me ji wan re got ku em ê lê siwar nebin, me bi vî rengî li hev nekiribûn. Lê belê em neçar bûn biçin. Gotin ku bot jî mîna keştiyê zexm e. Me jê bawer kir û em lê siwar bûn."

'EM BINAV KIRIN Û VEGERANDIN...'

Hesen diyar kir ku piştî 20 deqeyan ji Bodrûmê bi botê tevî çil kesan dest bi rêwîtiyê kirin, ekîbên Ewlekariyê Peravê ya Yewnan hatiye bota wan binav kiriye û got, "Hatin tiştek bi bota me rakirin û piştî demekê di nava deryayê de em binav bûn. Min zarokên xwe bi ben bi xwe ve girê da, ku eger em bifetisin hemû bi hev re bimirin. Di nava me de mirovên pitikên xwe jî hebûn. Bi qasî çar saetan em li nava deryayê man û piştre me dît ku keştiyekê xwe nêzî me kir. Keştiya ku bota me binav kir, lampeyên xwe girtibû û piştî bi saetan vegeriya bû, ku kontrol bike em mirine yan na. Dema dîtin ku em nemirine vegeriyan û çûn. Piştî demeke dirêj em ji hal keitbûn. Dema me çavên xwe vekir, em li nexweşxaneyê bûn. Masîgirên Tirkiyeyî yên li wê derê em rizgar kirin. Piştî demeke dirêj me xwe amade kir ku ji nû ve biçin. Em ê vê carê bi ser bixînin. Ji ber ku em ji jiyanê hez dikin."

...