Alî Kenanoglû: Elewiyan a rast kir, me ya rast kir

Namzetê Parlamenteriyê HDP’ê yê Herêma 3. a Stenbolê Alî Kenanoglû yê ji ANF’ê re axivî diyar kir li herêma wî hejmara dengên wekîl derxin 2400 bû piştî îtîrazan hejmar daket 700’î.

Yek ji rûspiyên Elewiyan û namzetê HDP’ê yê Stenbolê Alî Kenanoglû anî ziman ku di nav civaka Elewiyan de spekulasyonên wek, ‘Namzetên Elewî ji cihên neyên hilbijartin namzet hatine nîşandan’ tên kirin û got ku hewl didin pêşiya wan gotinên wiha bigirin.

Kenanoglû anî ziman ku eger îtîraza wan a jimartina dengan bê qebûlkirin dikare bibe parlamenter.

‘DENG JI BO LDP Û HKP’Ê NIVÎSANDINE’

Namzetê Parlamenteriyê yê HDP’ê yê Herêma Sêyemîn ê Stenbolê Alî Kenanoglu ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku li herêma wî hejmara dengan 2400 derketiye, piştî îtîrazan daketiye heta 700’î û wiha ragihand: “38 hezar dengên ne derbasdar hene li herêmê. Ji van dengan tenê yê navçeyekê jî bihata jimartin, ez dikarim bibim parlamenter. Bi taybet em dibînin ku li hember dengê HDP’ê çi tiştên neyênî hebin bikar tînin. Em dizanin ku dengên me li desteya Hilbijartinê û YSK’ê bi ser HKP’ê û LDP’ê hatine hesibandin. Me qismek ji van girt. Îtîrazên me û xebatên me di vê mijarê de didome.”

‘SPEKULASYONAN AVA DIKIN’

Kenanoglu der barê Çilem Oz a li Mersînê bi nasnameya xwe ya Elewî û nûnertiya wê derketibû pêş û Tûrgût Oker ê li Stenbolê bibû namzet, hin nirxandin kir û ev gotin: “Li nav Elewiyan dixwazin nêrînekê ava bikin. Di gelek peyamên em digirin de jî em dibînin ku dixwazin cudahiyek Kurd- Elewî ava bikin û li ser vê jî hewl didin ku dijbertiyek Kurd ava bikin. Ji destpêkê ve hin derdorên ji têkîliyên me û HDP’ê ne rehet dibin, dixwazin vê nêrînê çêkin. Hin mijarên bê nîqaşkirin hene, lê divê destpêkê ev nêrîn bê şkandin.”

‘ME YA RAST KIR’

Kenanoglû wek nûnerên Elewî destnîşan kir ku siyaseta HDP’ê xwedî girîngiyek dîrokî ye û wiha berdewam kir: “Ji aliyê pêşeroja gelên li Tirkiyeyê tên pelçiqandin û demokratîkkirina welat, ev yekîtî pir girîng bû. Me ya rast kir. Elewiyan a rast pêk anîn. Di vê pêvajoya em gihiştinê jî em ê bi hev re, bi heman şêwazî berdewam bikin.”