Polîsan li Wanê bi bombeyên gazê êrîşî dibistanê kirin

Polîsan li Wanê bi bombeyên gazê êrîşî dibistana 1200 xwendekarên wê hene kirin û teror meşandin. Ji ber bombeyên gazê ketin polê dibistanê îzdihamê rû da gelek xwendekar bi tehlûkeya fetisandinê re rû bi rû man.

Polîsan li Wanê bi bombeyên gazê êrîşî dibistana 1200 xwendekarên wê hene kirin û teror meşandin. Ji ber bombeyên gazê ketin polê dibistanê îzdihamê rû da gelek xwendekar bi tehlûkeya fetisandinê re rû bi rû man.

Polîsên ku bi gelek wesayîtên zirxî hatin ber dibistana seretayî ya Valî Alî Cevdet Bey a li Taxa Şafak a girêdayî navçeya Îpekyolu ya Wanê bombeyên gazê avêtin dibistanê. Bi sedan xwendekarên temenê wan di bin 5-10 de bi tehlûkeya mirinê re rû bi rû man. Hundirê dibistanê ku 1200 xwendekar lê dixwînin di carekê de di nav gaze de ma û di polan de îzdihamê rû da. Xwendekarên dibistana seretayî yên hewl dan derkevin derve ji ber bombeya gazê li deriyê ketina dibistanê ket îzdiham zêdetir bû. Kelûpelên waneyan ên di pol û korîdoran de belav bû asta îzdihaman raxist ber çavan û mamosta jî ji gazê bandor bûn.

Li ser agahdarkirinê, îtfaiyeyê hewl da xwendekaran tehliye bike, malbat jî ketin fikara rizgarkirina zarokên xwe. Xwendekarên ji ser hişê xwe çûn bi wesayitên sivîl û yên zabitayan rakirin nexweşxaneyan, zarokekî nexweşiya astima pê re jî tehlûkeya xeniqandinê derbas kir. Piştî êrîşê careke din TOMA û wesayîtên zirxî hatin pêşiya dibistanê, bi bombeyên gazê û ava şid ve êrîş birin ser malbat û xwendekaran. Xwendekar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê, malbatan li hember ambûlansa ku bi wesayîta akrep re piştî êrîşê nêzî saetekê hat bertek nîşan dan.

Ji ekîba Îtfaiye ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mustafa Bayram ji bo mudaxeleyê hatibû dibistanê, diyar kir ku dema ketine hundir tevahî avahî bi gazê tijî bibû û wiha berdewam kir: “Li ser derenceyan, xwendekaran pêl hev dikirin. Em tavilê ketin hundir û me xwest em xwendekaran tahliye bikin, lê gaz avêtin deriyê derketinê yê dibistanê. Ji ber vê em neçar man di hundir de bimînin. Piştre me xwest em zarokan aram bikin, me bilez tehliye kirin.”

Rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Îpekyolû jî hatin dibistanê û der barê rewşa dawî de agahî girtin. Dema alozî hebû ku elektrîka taxan jî hat qutkirin, nuqteyek balkêş bû.