Desteka ji bo banga KCK'ê ya xurtkirina têkoşînê
Banga KCK'ê ya ji bo xurtkirina têkoşîna gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê, destek wergirt. Seroka Giştî ya Halkevlerî diyar kir ku AKP wê şer dijwar bike û banga têkoşîna hevpar kir.
Banga KCK'ê ya ji bo xurtkirina têkoşîna gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê, destek wergirt. Seroka Giştî ya Halkevlerî diyar kir ku AKP wê şer dijwar bike û banga têkoşîna hevpar kir.
Banga KCK'ê ya ji bo xurtkirina têkoşîna gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê, destek wergirt. Seroka Giştî ya Halkevlerî Ersoy diyar kir ku AKP wê şer dijwar bike û banga têkoşîna hevpar kir. Hevserokê Giştî yê KESK'ê Ozgen jî got, "KCK'ê bersiv da banga me, lê AKP'ê xwe ker kir" û destnîşan kir ku berpirsyarê bidawîbûna bêçalakîtiYê AKP ye. Ozgen got, "Berpirsyariya me zêde bûye, em ê têkoşînê mezin bikin."
Seroka Giştî ya Halkevlerî Oya Ersoy û Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) Lamî Ozgen, bidawîbûna bêçalakîtiyê û banga xurtkirina têkoşînê ya KCK'ê ji ANF'ê re nirxandin.
ERSOY: YA PÊK HAT NE HILBIJARTIN BÛ, PÊVAJOYA ŞER BÛ
Ersoy da xuyakirin ku vîna gel a 7'ê Hezîranê tine hat hesibandin û got, "Ya girîng hilbijartinên 7'ê Hezîranê ye. AKP'ê ji ber ku desthilatdariya bi tena serê xwe winda kir, 7'ê Hezîranê tine hesiband û careke din sindoq danî ber gel. Ya pêk hat ne hilbijartin bû, pêvajoyeke şer û terorê bû. Ev teror ji aliyê AKP'ê bi xwe ve hat afirandin. AKP wê terora xwe piştî 1'ê Mijdarê bidomîne, ji ber ku tiştekî ku soza wê bide gel nemaye. Ji aliyê aboriyê ve asê bûye, di pirsgirêka Kurd de xitimiye, li Rojhilata Navîn hilkumiye. Dengê AKP'ê bi dest xistiye, dengê rastî nîne, dengê li hev hatiye çêkirin e. Tevî biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê jî, ji bo ser pirsgirêkan binixumîne, serî li şer da."
'DI DIJBERIYA AKP'Ê DE EM LI HEV BICIVIN'
Ersoy ragihand ku AKP, mêtîngerî û talanê li ser karker û kedkaran, şîdetê li hemberî jinan ferz dike û anî ziman ku ji bo ser hemû pirsgirêkan bigire şer didomîne.
Ersoy axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:
"Eniyeke talanê, ku şer didomîne heye. Aliyekî vê eniyê yên mîna Sedat Peker, Mehmet Agar e, aliyê din jî sermaye û kadroyên AKP'ê ne. Li hemberî vî şerî û talanê, em dikarin bi hevgirtina demokrasiyê û kombûna di dijberiya AKP'ê de bersivê bidin. Eger biratiya gelan hedef tê girtin, eger biratî, bajar û xweza tê talankirin, hingî divê em xwedî li bajaran û xwezayê derkevin. Eger armanca mezhebperestî, paşverûtî û dijberiya jinê be, girîng em di têkoşîna li dijî van de bicivin. Li hemberî polîtîka şer û mêtîngeriyê, divê dijberiya AKP'ê bi têkoşîneke hevpar a di vê çarçoveyê de were meşandin.
Ji gelên Tirkiyeyê heta gelê Kurd, ji sosyal demokratan heta Elewiyan, LGBTÎ, jin û ciwanan, pêwîste her kes li qada xwe têkoşînê xurt bikin û di heman demê de zemîneke li hev kombûnê biafirînin. Ancax bi vî rengî em dikarin AKP'ê bisekinînin. Li parlamentê bi tena serê xwe bû desthilatdar, lê belê li kolanan dijberên Qesrê û AKP'ê bi tena serê xwe hene; bi rêxistinkirina van divê wezîfeya me ya sereke be."
OZGEN: KCK'Ê BERSIV DA BANGAN, LÊ AKP'Ê XWE KER KIR
Ozgen jî da xuyakirin ku sedema bidawîbûna biryara bêçalakîtiyê, polîtîkayên AKP'ê ye û ev nirxandin kir:
"Ji meha Tîrmehê û pê ve, li dijî şer, kaos û polîtîkayên şer, me xwest bêçalakîtî, agirbesta dualî bê ragihandin. KCK'ê bersiv da bangên me û bêçalakîtî îlan kir. Gelekî erênî bû. Lê belê hikûmetê xwe ker kir û mîna ku şer li vî welatî naqewime, yên dimirin ne zarokên vî welatî ne, em nebihîst. Bi taybetî di mehên Tîrmeh-Tebax-Îlonê de serî li pêkanînên ku şer sor kirin, da."
'BERPIRSYARIYA ME ZÊDE BÛ; EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN'
Ozgen destek da banga KCK'ê ya ji bo xurtkirina têkoşînê û ji hêzên ked û demokrasiyê yên li Tirkiyeyê xwest, ku têkoşîna hevpar bi pêş ve bibin.
Ozgen got, "Hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, wê li dijî polîtîkayên şer têkoşînê bidomînin. Lê belê di vê demê de, bi hêza ji 1'ê Mijdarê wergirti re AKP wê zext, şîdet, helwesta otorîter û êrîşên faşîzan ên li hemberî mûxalîfan bi êrîşan zêdetir bike. Ji bo pêşîgirtina li şer û pêkanînên otorîter ên faşîzan, pêwîstî bi têkoşîneke topyekûn û hevpar a hêzên ked û demokrasiyê heye. Berpirsyariya me zêde bûye û bi mezinkirin û hevparkirina têkoşînê re em dikarin vê berpirsyariya xwe bi cih bînin."