Banga Cenevre navenda YPJ’ê ziyaret kir

Heyeta Rêxistina Banga Cenevre (Geneva Call) Navenda Keşafê ya YPJ’ê û herêmên dîrokî yên herêma Cizîrê ziyaret kir.

Heyeta Rêxistina Banga Cenevre (Geneva Call) Navenda Keşafê ya YPJ’ê û herêmên dîrokî yên herêma Cizîrê ziyaret kir.

Têkildarî serdana heyeta Rêxistina Cenevre Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)  di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve herêmên ku şêniyên wê Kurd in, rastî êrîşên komên çete tên. Hêzên me bi hemû hêz û derfetên xwe li hemberî van êrîşan sekinîn û parastina destketiyên xwe kirin. Di nava van destketiyan de herêmên dîrokî ku bala gelek tûrîzman kişandine, hene. Ev herêm tevî rewşa şer a heyî jî, hê jî wekî xwe hatine parastin û di bin parastina hêzên Yekîneyên Parastin Gel de ye. Heyetek ji Rêxistina Banga Cenevre serdana van herêman kir û çavdêriyên xwe kir.

Heyetê  piştre berê xwe da Navendek taybet ên Yekîneyên Parastina Jin (Keşafê) ku kesên temenê wan 16 û 17 sal e tê de ne kir. Ev kes ji eniyên şer hatin kişandin û li van navendan hatine bicihkirin. Li wir perwerdeyên hunerî û pêşxistina hişmendî dibînin.

Li wir heyetê û rêveberên navendê der barê armanca vekirina vê navendê, xebatên wê, komîteyên wê, bernameya wê ya civakî, çandî û perwerdeyî de nîqaş kirin.

Endamên heyetê der barê bernameya perwerdeya civakî û çandî, her wiha çawaniya parastina mafên zarokan ên navneteweyî û armanca serdana xwe de axivîn.

Li wir li hundirê navendê geriyan, çavdêrî kirin û li xebatên rêxistina ciwanan, her wiha rêbazên lêkolînên civakî nerîn.

Heyeta Rêxistina Banga Cenevre bal kişand ser girîngiya dewamkirina van serdanan û got ku ev yek wekî rêbazeke perwerdekirin pêkhateyên Rojava ye. Endamên heyetê diyar kirin ku li Rojava gelek rengînî heye û bal kişandin ser xebatên Rêveberiya Xweser di warê jiyana civakî de.

Di dawiya serdanê de endamên heyetê  Seroka Komîteya Têkiliyên Giştî ya YPJ’ê û endamên rêveberiya navendê spas kirin.”

Di 5’ê Tîrmeha 2014’an de Rêxistina Navnetewî ya Banga Cenevre, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin bi hev re der barê qanûnên şer de hevpeymanek bi îmze kirin. Tê de tê gotin ku kesên di bin 18 salî de divê ji nava şer werin derxistin.