Bi qasî 100 çalakgerên li Hîlversûmê civiyan, ber bi avahiya qenala TV ya neteweyî ya Hollandayê NOS ve meşiyan. Çalakger li ber avahiyê bi rayêdarên qenalê re hevdîtin kirin û daxwazên xwe ji rayedaran re ragihandin. Çalakgeran ji rayedaran xwestin ku terora dewleta Tirk a li Farqînê bibîne. Rayedarên qenalê jî diyar kirin ku haya wan ji bûyer û rewşa diqewime heye û ew ê mijarê binirxînin.
LI BALAFIRGEHA SCHÎPOLÊ ÇALAKIYA CIWANAN
Li aliyê din, komek ji ciwanen Kurd li balafirgeha Schîpol a li nêzî Amsterdamê, ji bo balê bikişînin ser terora dewleta Tirk a li Farqînê çalakiyek lidar xistin. Ciwanan bi qîrîna dirûşmeyan dewleta Tirk şermezar kirin û berxwedana li Farqînê silav kirin.
Komeke faşîst a ku xwest çalakiyê provoke bike, bi destwerdana polîsê Hollandayê re ji herêmê hat qewirandin.