Wekîlên CHP'yî banga qedandina şîdetê li hikûmetê kirin
Ji parlamenterên CHP'ê Ozgur Ozel diyar kir ku bûyerên li Farqînê diqewimin, yekser binpêkirina mafê mirovan e. Zeynep Altiok jî ji bo dawî li rewşa şîdetê bê anîn bang li hikûmetê kir.
Ji parlamenterên CHP'ê Ozgur Ozel diyar kir ku bûyerên li Farqînê diqewimin, yekser binpêkirina mafê mirovan e. Zeynep Altiok jî ji bo dawî li rewşa şîdetê bê anîn bang li hikûmetê kir.
Li Farqînê, ku ji 18'ê Tebaxê û vir ve 6 caran derketina derve lê hatiye qedexekirin, heta roja îro 12 sivîl ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hatin qetilkirin. Ji 2'ê Mijdarê û vir ve ku careke din derketina derve lê hat qedexe kirin, 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 kes jî birîndar bûn.
Der barê binpêkirina mafên mirovan û komkujiyên li Farqînê de, parlamenterên CHP'ê Ozgur Ozel, Zeynep Altiok û Ozcan Pûrçû ji ANF'ê re axivîn.
'REWŞEKE TIRSNAK'
Parlamenterê CHP'ê yê Manîsayê Ozgur Ozel, agahiyên ku bi rêya parlamenterê xwe yê ji mafên mirovan berpirsyar Sezgîn Tanrikûlû ji herêmê wergirtî re parve kir û destnîşan kir, ku bûyerên diqewimin yekser binpêkirina mafên mirovan e.
Ozel got, "Di nêrîna me de mafê herî bingehîn mafê jiyanê ye. Wezîfeya dewletê ye ku mafê jiyanê yê welatiyên xwe biparêze. Wezîfeya dewletê ew e ku bide jiyîn. Em rewşa heyî weke dîmenekî tirsnak dibînin. Li wê derê careke din derketina derve hat qedexekirin. Ev yek jî bandoreke neyînî li tevahiya bajêr dike. Jiyaneke normal li bajêr nikare bê jiyîn. Ev bûyerên diqewimin li Tirkiyeya 2016'an nayê."
'BERPIRSYARIYEKE CIDÎ YA AKP'Ê HEYE'
Ozel diyar kir ku ji bo rewşa heyî bi dawî bibe divê her kes bi berpirsyarî rabe û got, "Ez ne di nava pozîsyona 'divê bi delîlên şênber nêzîkatî were nîşandan' de ye. Lê belê di şeva 7'ê Hezîranê de Bûrhan Kûzû gotibû 'gel kaos hilbijart'. Dûre her endamekî AKP'ê rabû gotin 'eger serok hatibûya hilbijartin, wê rewş ne bi vî rengî bûya'. Ev rewşa şer û pevçûnan heta 1'ê Mijdarê dewam kir û hînê dewam dike. Xuya ye ev rewş dewama rewşa derketiye holê ye. Bêguman nêzîkatiyên bêberpirsyarî yên wezîfedarên rêveberiya cemaweriyê û AKP xwedî par û berpirsyariyeke gelekî cidî ne."
'REWŞEKE NAYÊ QEBÛLKIRIN E'
Parlamentera CHP'ê ya Îzmîrê Zeynep Altiok jî da xuyakirin ku helwesta şaş a desthilatdariya AKP'ê ku di bin navê aştiyê de meşand, ne çareserî, lê girêk bêhtir li hev ba da û got, "Di bin navê çareseriyê de jiyana sivîlan serûbin dike. Pitik, zarok dimirin. Li Farqînê şert û merc çi dibin bila bibin, wezîfeya dewletê ew e ku ewlekariya jiyanê ya gel biparêze. Nûçeyên ji Farqînê tên, li ser binpêkirina mafên mirovan, cihê êş û gumanan e. Li herêmê, mirov êdî nikarin xwe bigihînin wekîlan jî. Ev rewş nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê me bi israr xwest, ku bi awayekî vekirî çareserî di bin sîwana parlamentê de pêk were. Di roja îro de ev yek êdî ne tenê pêşniyar û daxwazeke bi aqil e, di heman demê de bûye pêwîstiyek."
Altiok bang li hikûmetê kir ku vê rewşa şîdetê ya ku hilbijartinên 1'ê Mijdarê jî di nav de pêk hat, biqedîne û got, "Pêvajo divê emanetî komîsyonek li meclîsê were kirin. Em naxwazin Roboskiyeke nû, Cizîreke nû rû bide."
'DIVÊ XEBATEKE LEZGÎN BÊ DESTPÊKIRIN'
Parlamenterê CHP'ê yê Îzmîrê Ozcan Pûrçû jî da xuyakirin, ku ji qetilkirina sivîlan li Farqînê, hikûmeta AKP'ê berpirsyar e û got, "Weke sazî û parlamenter, xwestina jiyaneke ewle û aram ji bo gelê, wezîfeya me ya herî bingehîn e. Pirsgirêka azadî û mafê jiyanê ya li Farqînê, mijarek di bin berpirsyariya dewletê de ye. Her kes neçar e di vî warî de bi berpirsyarî rabin. Wezîfeya saziyan ev e. Ev komkujî ji ber polîtîkayên hikûmetê ne. Divê tavilê li rewşa normal vegere û ji bo saziyên erkdar wezîfeya xwe bi cih bînin, xebateke lezgîn were destpêkirin."