Êrîşên li hemberî Farqînê li gelek cihan hatin protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Farqînê, li Stenbol, Agirî, Bedlîs, Edene û gelek navendên din hatin şermezarkirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Farqînê, li Stenbol, Agirî, Bedlîs, Edene û gelek navendên din hatin şermezarkirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Farqînê, li Stenbol, Agirî, Bedlîs, Edene û gelek navendên din hatin şermezarkirin.
AGIRÎ
Li navçeya Agirî Bazîdê, tevî Parlamentera HDP'ê ya Agirî Dîrayet Taşdemîr gelek kes li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê civiyan û terora dewleta Tirk a li Farqînê dimeşîne, şermezar kirin.
Li ser navê girseya gel Hevserokê HDP'ê yê Bazîdê Cevdet Baycan daxuyanî da û bal kişand ser qedexeya derketina derve ya li Farqînê ku di roja 10. de ye. Baycan got, "Destketiyên demokratîk ên gelê Kurd bi can û xwîna xwe bi dest xistiye, bi rêbazên bêperwa tên xespkirin û tê xwestin ku vîna Kurdê azad bê şişandin. Em weke pêkhateyên saziyên demokratîk ên li Bazîdê ji vê derê hişyariyê didin AKP'ê. Ev pêkanîn wê di nava civakê de rê li ber hîn bêhtir êş û barîna rondikan vekin."
Parlamentera HDP'ê Taşdemîr jî bang li gelê Kurd kir ku li hemberî êrîşên li Farqînê tên kirin bibin yek û destnîşan kir, ku ew ê li dijî polîtîkayên zextê her tim li ber xwe bidin.
BEDLÎS
Gelê Bedlîsê, berxwedana gelê Farqînê ya li hemberî hemû êrîşan silav kir. Parlamenterê HDP'ê yê Bedlîsê Celadet Gaylanli, hevşaredarên navçeyan û rêveberên HDP û DBP'ê tevî bi sedan kesan li ber Navenda Desteka Civakî ya li taxa Kûrûbûlakê civiyan.
Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Enver Barîn diyar kir ku bêdengiya li pêşberî komkujiyan tê wateya dûrketina ji mirovahiyê ye. Barîn ragihand ku ew ê di nava rojê de bi çalakiyan, êvarê jî bi çalakiya vemirandina lampeyan, dorpêçiyê şermezar bikin. Barîn herî dawî banga beşdariya li çalakiya li Norşînê kir û çalakî piştî daxuyaniyê bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.
EDENE
Li Zanîngeha Çûkûrovayê, xwendekar li qada R1 hatin cem hev û pankarta "Em ê faşîzmê di xwîna ku dirijîne de bifitisînin" "Li dijî DAIŞ'ê, Kobanêbûn. Deng bide Farqînê" vekirin. Beriya meşê di navbera polîsên ku dîmen kişandin û xwendekaran de nîqaş derket û piştî polîs veqetiyan rageşî bi dawî bû. Xwendekar jî ber ku xwaringehê ve dest bi meşê kirin. Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş , rêveberên HDP û ESP'ê jî beşdarî meşê bûn. Xwendekaran di meşê de dirûşm berz kirin û lîlandin. Piştre li ser navê xwendekaran Mekan Ziyanak axivî û got ku hêzên desthilatdar li dijî gel şerekî topyekû dane destpêkirin û ew ê li cem gelê xwe bin, berxwedana gel esas bigirin.
ŞIRNEX
Ji bo Farqînê careke din li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi hezaran kes hatin cem hev. Girse li pêşiya avahiya DBP’ê ya Navçeyê kom bû, pankarta, “Farqîn ne bi tenê ye” vekir û ber bi Avahiya Hikûmetê meşiya.
Di meşê de dirûşmên, “Bijî berxwedana Farqînê” û “Qatil dewlet wê hesab bide” hatin gotin, esnafan bi nîşaneya serketinê piştgirî dan. Meş li pêşiya Avahiya Hikûmetê bi dawî bû, li avahiyê jî polîsên bi maske berê çekên xwe dan gel.
Piştî meşê Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encû axaftinek kir, diyar kir ku hêzên dewletê bi van êrîşan hewl didin xwerêveberiyên bi îradeya gelê Kurd hatine îlankirin vala derxin û wiha axivî: “Çawa dewlet ev 10 roj in li hember gel bi tank û topên xwe nikare tişta dixwaze bi dest bixe, her wiha bila vê baş zanibin ku li ti derê nikarin îradeya gelê Kurd bişkînin.”
Hevserokê Meclîsa Gelê Cizîrê Mehmet Tûnç jî wiha got: “Hikûmeta AKP’ê dixwaze bi êrîşên faşîst berxwedana gelê Kurd bişkîne. Lê bila her kes vê baş bizane, heta Cizîrê hebe, Silopiya, Gever hebe wê Farqîn nekeve.”
STENBOL
Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) banga piştevaniya bi Farqînê re kir. Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin, “Konsepta êrîşê ya li hemberî gelê Kurd ku qesrê daye destpêkirin vê carê jî li Farqînê didome. Li Farqîna ku jin, zarok bi birçîbûn û xizaniyê re rû bi rû tên hiştin, xanî bi topên hawanê tên bombekirin, sekvan malan gulebaran dikin, bê ku bêjin jin, ciwan, zilam mirovan qetil dikin.”
Di daxuyaniyê de ku hat gotin, “Wext e mirov ji bo Farqînê rabe ser piyan” hat destnîşankirin ku pêwîst e berxwedan li her qadê bê pêşxistin.