Ji Tûncel re qedexeya derketina derveyî welêt

Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tûncel a ji bo tevlî bernameyeke Med Nûçe bibe xwest ji Stenbolê biçe Bruksel li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê hat astengkirin û destûr nedan biçe.

Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tûncel a ji bo tevlî bernameyeke Med Nûçe bibe xwest ji Stenbolê biçe Bruksel li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê hat astengkirin û destûr nedan biçe.

Tûncel a dema hat binçavkirin ji ANF’ê re axivî got: “Ez hevberdevka HDK’ê me. Biryara hatiye girtin siyasî ye. Armanca wan ev bû ku xebata me asteng bikin. Berê biryar ji min re nehat teblîxkirin. Tenê ji bo biryara derveyî welêt bixin meriyetê ev pêvajo dan destpêkirin.”

Tûncel anî ziman ku biryar parçeyek ji êrîşên li hember gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ye.

Ji bo Tûncel a piştî îfadeya wê hat wergirtin serbest hat berdan biryara qedexeya derketina derve hat danîn.