Li Hannoverê girtin ser malên Kurdan

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê polîsan girtin ser malên Kurdistaniyan.

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê polîsan girtin ser malên Kurdistaniyan. Polîsên Elman ên danê sibehê girtin ser malên du Kurdan hinceta, “Em li belgeyên rêxistinî digerin” nîşan dan.

Li bajarê Hannover ê Elmanya polîsan girtin ser malên du Kurdistaniyan û di malan de lêgerîn pêk anîn. Polîsan di serdegirtina malan de ku hinceta “Em li belgeyên rêxistinî digerin” nîşan dan, Hevserokê Meclîsa Hannover û Rêveberê NAV- DEM Abdullah Efe nerazîbûn nîşan da got, “Serdegirtina malan a rastî pêvajoyeke ku li Farqînê sivîl tên qetilkirin, provayên komkujiyê li Rojava tên kirin, li Bakurê Kurdistan û Şengalê Kurd li hember faşîzma AKP’ê û DAIŞ pêş dixin pêk hat manîdar e.

Efe diyar kir ku di pêvajoya ku serdana Serokwezîra Elmanya Angela Merkel a wek erêkirina dîktatoriya Erdogan hê jî tê nîqaşkirin, serdegirtina polîsên Elman a malên Kurdan wek helwesteke antî demokratîk û keyfî ye.

Efe anî ziman ku dewleta Elman van bi operasyonan zemînan ava dike ku AKP hîn zêdetir komkujiyan pêk bîne.