Terora dewletê ya li Farqînê, li bajarên Basel û Zurîchê hat protestokirin

Terora dewleta Tirk a li navçeya Amed Farqînê, ku îro di roja 10. de ye, li bajarên Swîsre Basel û Zurîchê bi çalakiyan hat şermezarkirin.

Li Zurîchê bi pêşengiya Ciwanên Azad, li navenda bajêr çalakiyek hat lidarxistin û terora dewletê ya li Farqînê hat şermezarkirin. Çalakiya ku li ber Rathaûs a Zurîchê destpê kir, li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê bi dawî bû. Tevî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (DEM-KURD), MLKP, ÎGÎF, OSP û dostên Kurdan destek dan çalakiyê û komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, protesto kirin. Ciwanan di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan ji Kurdistanê bicehime", "Terorîst dewleta Tirk" û "Farqîn dimeşe, erd û ezman diheje" qîriyan. Ciwanan li ser terora dewletê ya li Farqînê belavok belavkirin. Li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê daxuyaniyek hat dayîn û hat xwestin ku divê komkujî û dorpêçiya li Farqînê derhal bê rakirin. Çalakî piştî dayîna daxuyaniyê bi dawî bû.

BASEL

Li Baselê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî li Markplatzê mîtîngek hat lidarxistin û terora dewletê ya li Farqînê hat şermezarkirin. Di çalakiya li ber Parlamenta Baselê de DEM-KURD, ÎGÎF, Platforma Dengê Girtiyan, Platforma Yekîtiya Têkoşînê, SYKP û dostên Kurdan amade bûn. Dirûşmên "Bijî Berxwedana Farqînê", "Gelê Farqînê ne bi tenê ye" û "Rondikên çavên dayikan wê Erdogan bifetisîne" li kolanên Baselê deng vedan. Çalakî bi daxuyaniyê bi dawî bû. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dewleta Tirk li gelek bajarên Kurdistanê komkujiyan dike û hat destnîşankirin ku li hemberî dewleta bûye DAIŞ, bi ruhê berxwedana bûye Kobanê, gel bersivê dide.

...