ROJANE
Hemû Nûçe
-
Sancar: Dibe ku rewşeke nû ya şer derkeve pêşiya me
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar diyar kir ku piştî 1'ê Mijdarê AKP'ê di mijara sîstema serokatiyê de mewziyek bi dest xistiye û destnîşan kir, ku divê hemû hêzên çep-sosyalîst pirsa 'çima em nikarin bibin desthilatdar?' li xwe bikin. -
Pûtîn: Di nava G-20'an de welatên destekê didin DAIŞ'ê hene
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, di civîna bilind a G-20'an a li Antalyayê de nerazîbûn nîşanî welatên destekê didin DAIŞ'ê da. -
Obama li dij Tirkiyeyê derket
Serokê DYA Obama di roja dawî ya civîna G-20 a li Antalyayê de civîneke çapemeniyê lidar xist û diyar kir ku di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de nîqaşên li ser 'herêma ewle' yan jî 'herêma ji firînê re qedexe' ne kêrhatî ne. -
Seyîd Riza û hevalên wî hatin bîranîn
Seyîd Riza û hevalên wî li bajarê Elmanya Stûttgartê bi çalakiyekê hatin bîranîn. -
KGM azadkirina Şengalê pîroz kir, komkujiya Parîsê şermezar kir
Kongreya Gel a Mezopotamyayê (KGM), der barê azadkirina Şengalê û êrîşên li Fransa, Beyrûd û Farqînê de daxuyaniyek da. -
OMS di warê bikaranîna antîbiyotîkê de hişyarî da
OMS'e diyar kir ku bi xurtbûna berxwedêriya bakteriyan li hemberî antîbiyotîkê re dibe ku dema post antîbiyotîk ji nû ve xwe bide der û nexweşiyên bi antîbiyotîk tên dermankirin, rê li ber mirinê vekin. -
5 gund û gelek gundik ketin kontrola HSD’ê
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gelek herêmên stratejîk ji destê çeteyên DAIŞ’ê derxistin. 5 gund, gelek gundik, rêyeke stratejîk û şîrketek ketin kontrola şervanên HSD’ê. -
Çete Şedadê vala dikin
Piştî daxuyaniya HSD’ê ya wê operasyon bidomin, çeteyên DAIŞ’ê Şedadê vala dikin. -
Kolana Bariş a li Stenbolê bû ‘Kolana Bariş-Aştî’
Şaredariya Beşîktaş a Stenbolê ku bi Şaredariya Colemêrgê re ‘xwişke şaredar’ in, navê kolanek li bajar kir “Kolana Bariş-Aştî”. -
Li Kerboranê 2 DBP’yî hatin girtin
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê du endamên meclîsê yên DBP’yî yên hatibûn binçavkirin bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” hatin girtin. -
Nûçegihanê DÎHA yê protestoyên G20 dişopand hat binçavkirin
Nûçegihanê DÎHA Feyyaz Îmrak ê protestoyên G20 dişopand piştî hat derbkirin, hate binçavkirin. -
Ahmet Kaya li ser gora xwe hat bîranîn
Hunermendê Kurd Ahmet Kaya, di 16. salvegera wefata xwe de li Goristana Père la Chaise hat bîranîn. -
'Ji bo aştiyek mayînde pêwîst e tecrîda li ser Ocalan rabe'
Li navçeya Kerboranê, ‘qedexeya kolanan’ û komkujiyên AKP’ê hatin protestokirin. -
Di Ford Ranger de kontrayên kincên gerîla li ser wan
Hat ragihandin ku kontrayên bi wesayîtên Ford Ranger li gelek navçeyên qedexeya kolanan hatin îlankirin digerin û li ser dîwaran “Tîma Esedullah” dinivisînin, kincên gerîla li xwe kirine û bi 3 wesayîtan hatine Cizîrê. -
KJK: Li hemberî DAIŞ’ê û zîhniyeta DAIŞ’ê em têkoşînê pêş bixin
Koordînasyona KJK’ê bang li hemû jinên cîhanê, gelên Tirkiye, hêzên demokratîk û şoreşger kir ku li hember DAIŞ’ê û zîhniyeta DAIŞ’ê têkoşînê pêş bixin. -
Elewî ji bo Seyîd Riza û hevalên wî li ber Meclîsê kom bûn
Rêxistinên Elewiyan bi munasebeta salvegera qetilkirina Seyîd Riza û hevalên wî li ber meclîsê daxuyanî dan. -
Heta hevdîtin bi Ocalan re bê kirin wê dayik li Qesra Dolmabahçe di nav çalakiyê de bin
Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo şermezarkirina hewldanên komkujiyê yên li ser gelê Kurd û hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dîsa werin destpêkirin saet ji 13.00'an heta 17.00'an li ber Qesra Dolmabahçeyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. -
HDP'ê ji bo betalkirina hilbijartinê serî li YSK da
HDP'ê ji bo betalkirina betalkirina hilbijartinên 1'ê Mijdarê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da. -
Polîsên jê nehat li Hezexê berxwedanê bikişînin, xwe ji taxê vekişandin
Polîsên Tirk li Hezexê gule li gel reşandin û xwestin komkujiyê bikin. Gel li dijî êrîşan bi xurtî li ber xwe da. Ji ber vê berxwedana gel polîsan neçar man xwe vekişînin. -
Xelatên Rojnamevaniyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter hatin dayîn
23'yemîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter ku her sal di 20'ê Îlonê de tên dayîn, lê îsal ji ber qetlîama li Cizîrê hate taloqkirin li Wanê bi merasîmê hatin dayîn. -
Li Basel û Brukselê bîranîna şehîdan
Li bajarê Swîsre Baselê û li paytexta Belçîka Brukselê, cangoriyên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn. -
Kurdan qurbaniyên Parîsê li cihê komkujiyê bibîr anîn
Nûnerên Saziyên Kurdan bi destegulên reş li ber salona konserê ya Bataclan bûn, ku di êrîşa li Parîsê de herî zêde mirovan li vê derê jiyana xwe ji dest dan. -
Terora dewletê ya li dijî Farqînê li Goteborgê hat protestokirin
Li bajarê Swêd Goteborgê, terora dewleta Tirk a li hemberî Farqînê hat protestokirin. YNK û Tevgera Goran jî destek dan mîtînga Meclîsa Kurd a Goteborgê. -
KCD-E: Dewleta Tirk li dijî gelê Fransayê sûcê şer kiriye
KCD-E: Dewleta Tirk ne tenê li dijî gelê Kurd, di heman demê de li hemberî gelê Fransayê jî sûcê şer kiriye, lewma dewleteke sûcdar e ku divê li Dîwana Edaletê ya navneteweyî bê darizandin. -
Seyîd Riza li Taksîmê hat bîranîn
DEDEF, Seyîd Riza û hevrêyên wî yên berî niha bi 78 salan hatin darvekirin bi meşeke meşale ji Taksîm Tunel heta Qada Galatasaray bi bîr anî.