Hiqûqnas: Pêwîst e Farqîn tenê neyê hiştin
Li Amedê Hiqûqnasan ji bo Farqînê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku wê sibe biçin Farqînê.
Li Amedê Hiqûqnasan ji bo Farqînê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku wê sibe biçin Farqînê.
Hevparên Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya (KHM), têkildarî komkujiya AKP li navçeya Farqîn a Amedê pêk tîne li ber avahiya Edliyeya Amedê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Hevserokê KHMê Parêzer Serkan Eren ê li ser navê hiqûqnasan axivî ji bo Farqînê banga hişyariyê kir.
Hiqûqnasan diyar kirin ku wê sibe saet 12.00’an bi armanca piştevaniya bi gelê Farqînê re biçin navçeyê.
'EM Ê SIBE BER BI FARQÎNÊ VE BIÇIN'
Eren diyar kir ku tiştên li Farqînê rû didin li derveyî mafê mirovan û hiqûqê ye û got: "Li Farqînê qedexeya derketina kolanan îro ket roja dehemîn. Di vê pêvajoya deh rojan de 7 welatiyên me yên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Gelê Farqînê bi nêzîkatiyên derveyî hiqûqê tê qetilkirin. Divê gelê Farqînê bi tenê neyê hiştin. Em hiqûqnas bi armanca piştevaniya bi gelê Farqînê re sibe saet 12.00’an diçin Farqînê.”
Hiqûqnas piştî daxuyanî û 5 deqe çalakiya rûniştinê belav bûn.