Sebahat Tûncel hat binçavkirin
Parlamentera berê ya HDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel danê vê sibehê li Balafirgeha Ataturkê hat binçavkirin.
Parlamentera berê ya HDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel danê vê sibehê li Balafirgeha Ataturkê hat binçavkirin.
Tûncel, ji ber lêpirsîna Dozgeriya Komarê ya Bakirkoyê, li Balafirgeha Ataturkê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Hat ragihandin ku der heqê Tûncel de ji ber axaftina xwe ya li Newroza 2009'an a li Stenbolê û axaftinên xwe yên li hin çalakiyên sala 2010'an de bi îdîaya 'propaganda rêxistinê kiriye' 2 lêpirsîn hatine vekirin û ji ber van lêpirsînan hatiye binçavkirin.
Polîsan Tûncel birin Edliyeya Bakirkoyê. Piştî wergirtina îfadeyê li dozgeriyê, bi daxwaza 'tedbîra bi kontrola edlî' sewqî Dadgeha Nobedar hat kirin.
Der heqê Tûncel de berî çend rojan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Anadolû ve 6 lêpirsîn hatibûn destpêkirin.