MLKP, ji bo Farqînê banga berxwedanê kir

MLKP, bang li gelan kir ku tevlî berxwedana gelê Farqînê bibin.

MLKP Kurdistan, têkidarî pêkanînên qetlîamker ên li navçeya Farqîn a Amedê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

MLKP Kurdistan got: "Li ber çavên cîhanê li Farqînê bi rojane komkujiyek rû dide. Gelê me yê Farqînê ala berxwedanê ya ji Cizîrê wergirt bilind dike û li hember faşîzma AKP’ê li ber xwe dide.”

MLKP Kurdistan ev bang li gelan kir:

'WEXTE EM KOLANAN BIDIN BER AGIRÊ ÎSYANÊ'

"Wexte em di nav berxwedana bi rûmet a gelê me yê Farqînê de cih bigirin, li hember faşîzmê em kolanan bidin ber agirê îsyanê. Welatparêzên sosyalîst pêwîst e keviran bikişînin barîqatên li hember faşîzmê hatine avakirin, agir gur bikin, di berxwedanê de gaveke din pêşde biçin, têkoşîna rûmetê li hemû bajarên Kurdistanê belav bikin. Tevlî merasîmên oxirkirina şehîd me bibin û veguherînin serhildanên li hember faşîzmê, bîrîndarên me bi hişmendiya piştevaniyê bipêçin û hembêz bikin, li rex malbatên me cih bigirin, di têkoşîna li hember faşîzmê de mil bi mil cih bigirin.”