Li Parîsê konferansa 'Krîza li Rojhilata Navîn, têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ'ê'

Li paytexta Fransa Parîsê, li ser banga PYD, KNK û CDK-F îro bi mijara "Krîza li Rojhilata Navîn, têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ'ê' konferansek tê lidarxistin.

Konferans wê bi malovaniya Şaredarê Banliyoya Sarcelles a Parîsê Françoîs Pûpponî li Zanîngeha Parîsê bê lidarxistin.

Konferansa li salona Vîctor Hûgo ya li 101 Rue de l’ Université, wê saet di 09:30 de destpê bike û heta saet 18:00 dewam bike.

Axaftina vekirinê ya konferansê wê ji aliyê Şaredarê Banliyoya Sarcelles a Parîsê Françoîs Pûpponî û hevseroka CDK-F Cemîl Renklîçay ve bê kirin.

Dûre wê fîlmê bi mijara "Xewna Biharê Kurdistan" ku Mîkael Baûdû ji bo qenala televîzyonê FR3 Brotonya hat amadekirin, bê nîşandan. Fîlm ji vegotinên endamên Komeleya AKB û şervanên li Rojava pêk tê.

Saet di navbera 10:00-12:00 de wê li ser krîza li Rojhilata Navîn, civîna li dora maseya glover pêk were.

Moderatoriya rûniştinê jî wê ji aliyê endamê Tevgera Aştiyê Yves-Jean Gallas ve bê kirin. Di vê rûniştinê de pêşkêşiya li ser rewşa siyasî ya li Rojhilata Navîn wê ji aliyê nivîskar Patrîce Franceschî ve bê kirin. Koordînatorê siyasî yê Partiya Çep a Fransayê li Parîs û herêma derdora wê Erîc Coqûerel jî wê bi serenavê 'Polîtîka Fransayê ya li dijî krîza li Rojhilata Navîn' pêşkêşiyekê bike.

Rola hêzên navneteweyî ya ji bo derketina ji krîza siyasî wê ji aliyê Parlamentera Parlamenta Ewropayê Marîe-Chrîstîne Vergîat ve bê nirxandin. Dûre wê beşa pirs û bersivan destpê bike.

Di rûniştina duyemîn de jî wê mijara "Pirsgirêka Kurd" bê nirxandin.

Moderatoriya vê rûniştinê jî wê ji aliyê rojnamevan Gûîllaûme Perrîer ve bê kirin. Pêşkêşiya li ser mijara 'hêzen navneteweyî, rastiya DAIŞ'ê û Rojhilata Navîn' wê ji aliyê rojnamevan Pîerre Barbancey ve bê kirin.

Wezîra berê Cecîle Dûflot jî wêmijara welatên endamê Yekîtiya Ewropayê binirxîne. Parêzer Vîrgînîe Dûsen jî wê helwesta Fransayê binirxîne.

Di rûniştina sêyemîn de wê pêşniyarên Kurdan ên ji bo avakirian demokrasiyê li Rojhilata Navîn, bên nirxandin. Moderatoriya vê rûniştinê jî wê ji aliyê Hevseroka MRAP Renêe Le Mîgnot ve bê kirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan wê bernameya HDP'ê ya hikûmetê pêşkêş bike. Endamê KNK'ê Zubeyîr Aydar jî wê bi mijara "PKK li Rojhilata Navîn parêzvanê demokrasiyê ye" vebêje. Hevserokê PYD'ê Salih Muslim jî wê mijara "Xwerêveberî, cihêrengiya etnîkî, ekolojîst û femînîzm li Rojhilata Navîn ji bo her kesî modeleke rêveberiyê ye" pêşkêş bike.

Konferans wê bi amadekirina encamnameyê re bi dawî bibe.