Li Parîsê krîza li Rojhilata Navîn hat nirxandin

Di konferansa "Krîza li Rojhilata Navîn, Kurd û berxwedana li dijî DAIŞ'ê" ya li Parîsê de hat destnîşankirin, ku xweseriya demokratîk a li Rojava hatiye îlankirin, ji bo Rojhilata Navîn modelek e.

Di konferansa "Krîza li Rojhilata Navîn, Kurd û berxwedana li dijî DAIŞ'ê" ya li Parîsê de hat destnîşankirin, ku xweseriya demokratîk a li Rojava hatiye îlankirin, ji bo Rojhilata Navîn modelek e.

Konferansa "Krîza li Rojhilata Navîn, Kurd û berxwedana li dijî DAIŞ'ê" a ji aliyê KNK, PYD û Koneya Kurd a Demokratîk li Fransayê ve li salona Konferansê ya Vîctor Hûgo ya Parlamenta Fransayê hat lidarxistin, axaftina vekirine ya beşa wê ya duyemîn jil aliyê Parlamenterê Partiya Sosyalîst ê Sarcellesê Françoîs Pûpponî ve hat kirin. Pûpponî bi bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez dest bi axaftina xwe kir û anîz iman ku ew her tim li cem gelê Kurd in.

Piştî axaftina vekirinê ya Pûpponî, rûniştina bi serenavê "Pirsgirêka Kurd" ji aliyê rojnamevan Gûîllaûme Perrîer ve hat birêvebirin. Di vê rûniştinê de Parlamentera Keskan Cecîle Dûflot û parêzer Vîrgînîe Dusen peyivîn.

PERRÎER: KURD LI DIJÎ DAIŞ'Ê HÊZA BINGEHÎN E

Perrîere di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîya Ewropayê ku hînê Kurdan nas nake û anî ziman ku ev nenasnkirina Kurdan ji aliyê Ewropa û hêzên navneteweyî ve, li herêmê pirsgirêk e. Perrîere got, "Kurd hêza esîl û bingehîn a li dijî DAIŞ'ê ye. Sê kanton hene, dibe ku di demeke nêz de ya çaremîn jî pêk were. Li hemberî DAIŞ'e bexwedaneke mezin heye. Tirkiye hewl dide li herêmê cihekî tampon çêbike. Di ser sînorê Tirkiyeyê re petrol, çek û lojîstîka ji bo DAIŞ'ê derbas dibe. Ji ber vê yekê ev sînor xwedî girîngiyeke mezin e."

DUSEN: POLÎTÎKAYA FRANSA YA LI HEMBERÎ KURDAN JI BER TÊKILIYÊN XWE YÊN BI TIRKIYEYÊ RE YE

Parêzera Buroya Parîsê Vîrgînîe Dusen bal kişand ser polîtîkaya Fransayê ya li hemberî Kurdan û bi mînakên li ser mijara krîmînalîzekirinê, helwesta Fransayê ya li dijî Kurdan rave kir. Dusen anî ziman ku ev polîtîkaya Fransayê ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re tê kirin û gotinên Hollande yên hevkariya stratejîk a bi Tirkiyeyê re bibîr xist.

DÛFLOT: DIVÊ LI HEMBERÎ REWŞA LI FARQÎNÊ BÊDENGÎ Û XEMSARÎ NEBE

Parlamentera Keskan Cecîle Dûflot da xuyakirin ku divê Yekîtiya Ewropa di mijara Tirkiyeyê de êdî stratejiyeke nû destnîşan bike, bi taybetî bi nêzîkkirina Tirkiyeyê ber bi Yekîtiya Ewropayê ve pêşî li çareseriya pirsgirêka Kurd dikare bê vekirin. Dûflot di dewama axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewletê yên li hemberî Farqînê û destnîşan kir ku divê li hemberî vê rewşê bêdengî û xemsarî neyê nîşandan.

Li dû rûniştina destpêkê ya piştî nîvro, beşdaran dowîzên bi nivîsa "Li Farqînê komkujî heye, bêdeng nemîne" rakirin hewayê û komkujiya li Farqînê xist rojeva parlamentê.

AYDAR: KURD DEMOKRASIYÊ ESAS DIGIRE Û BI VÎ RENGÎ PIRSGIRÊKAN ÇARESER DIKIN

Di rûniştina li ser rola Kurdan a di pêvajoya demokrasiya li Rojhilata Navîn tê avakirin de destpêkê endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Zubeyîr Aydar mafê axaftinê girt. Aydar di destpêka axaftina xwe de li ser rewşa li Farqînê agahî da beşdaran.

Aydar diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi neteweya demokratîk dibe û got, "Tecrûbeya li bakurê Sûriyeyê li Rojavayê Kurdistanê hatiye destnîşankirin, modela çareseriya neteweya demokratîk e. Ev model gav bi gav bandore li Sûriyeyê û herêmê dike. Tevî êrîşên hêzên selefî yên mîna DAIŞ'ê ku ji Tirkiyeyê destekê dibîne, ev modela çareseriyê her bi pêş de diçe. Berevajî herêmên din, nasname, çand û baweriyên cuda li Rojava bi hev re bi awayekî wekhev dijîn. Li Rojava jin hevserok e, rêveber e, xwedî vîn e, şervana xweparastina gelan e û di avakirina civaka demokratîk de xwedî rola pêşeng e. 

Aydar ragihand ku li herêmê bi xêzkirina sînorên nû, bi lêkirina dîwarên nû û avakirina netewe dewletên nû re pirsgirêk çareser nabin û navnîşana çareseriyê projeya çareseriyê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ya; "Tirkiyeya Demokratîk-Kurdistana Xweser a Demokratîk, Îran a Demokratîk-Kurdistana Xweser a Demokratîk, Iraq a Demokratîk-Kurdistana Xweser a Demokratîk, Sûriye ya Demokratîk-Kurdistana Xweser a Demokratîk" nîşan da.

MUSLIM: ROJHILATA NAVÎN DI HERIKÎNA DÎROKÊ DE HER TIM BÛ MOZAÎKA GELAN

Hevserokê Giştî yê PYD'ê Salih Muslim jî ji bo çareseriya li Rojhilata Navîn "Modela Xweseriya Demokratîk" nîşan da û got, "Rojhilata Navîn di herikîna dîrokê de her tim bû mozaîka gelan. Kurd, Suryanî, Ereb, Tirkmen, Tirk û hindikahiyên din her tim bi hev re jiyane. Ji ber vê yekê, netewe dewlet a li Rojhilata Navîna va bû, bi sedsala 20'an re piştî ku xwe gihand herêmê bû sedema şer. Qirkirinên Ermenî, Suryanî û Kurdan encama vê yekê ne. Netewe dewlet dijminê hindikahiyan e, asîmîle dike, qir dike. Ev yek di sedsala 20'an de li Rojhilata Navîn bi awayekî vekirî hat dîtin. "

Muslim anî ziman ku gelê Kurd her tim bû qurbanê vê rastiyê û ji bo vê yekê biguehrîne bi gelên din re her tim li çareseriyekê geriya û weke PYD li gorî rastiya sedsala 21'an wan çareserî di xweseriya demokratîk de dîtin. 

Muslim da zanîn ku modela xweseriya demokratîk dikare ji bo tevahiya Sûriyeyê bê bikaranîn û got, "Me niha ev yek li herêmên ku piraniya şêniyên we Kurd in xistin meriyetê. Durzî, Elewî, Sûnî jî dikarin li heremên xwe di nava Sûriyeya federatîf de bi cih bînin. Li her parçeyên Kurdistanê, di nava sînorên dewletên heyî de sîstemeke bi vî rengî dikare pêk were."

PAYLAN: EM XWEDÎ ÎDÎAYA JIYANA BI HEV RE NE

Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan jî got, "Her yek ji me dema dest bi axaftinê dike weke Kurd, Tirk, Ermenî, Suryanî destpê dike. Em li dora heman maseyê civiyane. Yên li dora vê maseyê civyane, xwedî îdîaya avakirina demokrasiyê û çareserkirina pirsgirêka azadiyê ne. Em xwedî îdîaya damezrînê ne." Paylan ragihand ku ew xwedî îdîyaa jiyana biratî, wekhevî û wekheviya jin û mêr in. Paylan bal kişand ser zîhniyet qetlîamker a Tirkiyeyê û destnîşan kir ku heta bi hemû nebaşiyên di dîroka Tirkiyeyê de hatine kirin li rû hev neyên, wê çareserî pêk neYê.

Konferans bi banga beşdariya li çalakiya ji bo Farqînê ya roja Şemiyê li Meydana Gare de l'Est a sae di 15:00 de, bi dawî bû.

...