Gaziyê Kurdistanî Mustafa Çelîk li Bremen hat girtin
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê Mustafa Çelîk hat girtin.
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê Mustafa Çelîk hat girtin.
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê Mustafa Çelîk ê Kurdistanî hat girtin. Gaziyê Kurd Çelîk ê salên dirêj e li bajarê Bremen dijî bi bombeyên qazanê yên dewleta Elman bi armanca ku li hember gelê Kurd bikar bîne da dewleta Tirk birîndar bibû.
Polîsên Elman gaziyê Kurdistanî Mustafa Çelîk ê li bajarê Bremen dijî binçav kirin.
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê Mustafa Çelîk hat girtin. Gaziyê Kurd Çelîk ê salên dirêj e li bajarê Bremen dijî bi bombeyên qazanê yên dewleta Elman bi armanca ku li hember gelê Kurd bikar bîne da dewleta Tirk birîndar bibû, tedawiyê dibîne.
Çelîk dema ji bo tedaviyê diçû doktor, bi hinceta der heqê wî de li bajarê Celle yê Eyaleta Nîedersachsen biryara girtinê heye, hat binçavkirin.
Malbata Çelîk li hember rewşê bertek nîşan da û diyar kir ku polîsan wiha ji wan re gotiye: “Em zanin li cem doktor e, wê niha biçe doktorekî duyemîn. Em ê jî li wir binçav bikin.”
Ferdên malbatê destnîşan kirin ku divê Çelîk her tim di bin kontrola doktor de be û anîn ziman: “Polîsê Elman jî vê dizane. Jixwe wan jî ji me re gotin. Bê edaletiyek wiha nabe. Dema mijar dibe Kurd, dewleta Elman û dewleta Tirk dibin yek.”
Çelîk piştî hat binçavkirin, birin dozgeriyê. Çelîk hat girtin.