Alîkarê berê yê Hevşaredarên Bismilê Hacî Fethî Gurbuz jî di nav de 4 kesên pêr di serdegirtina malan a li Taxa Sanayî ya navçeya Amed Bismilê de hatin binçavkirin, duh danê êvarê sewqî Edliya Bismilê hatin kirin. Li dû wergirtina îfadeyan Hacî Fethî Gurbuz, Îbrahîm Turk, Mûhammed Peksoy û Gulîzar Akat hatin girtin.
Li navçeya Riha Serêkaniyê jî, polîsan bi wesayîtên zirxî avêtin ser gelek malên li Taxên Bariş û Yenî. Di serdegirtinan de, tevî Eyup Tarhan û Mahsûm Kûrt herî kêm 5 kesên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Fikar hene ku hejmara binçaviyan zêde be. Mirovên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.
Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, polîsan û tîmên tevgera taybet danê sibeê avêtin ser Taxên Bahçebaşi, Tepebaşi, Safa û Gîzr. Di serdegirtinan de welatiyên bi navê Rêzan Baran (24) û Nîmet Aslan (24) hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsînek li Enqereyê tê meşandin, danê sibehê polîsan li Taxa Dûmlûpinar a navçeya Edene Seyhanê avêtin ser malekê. Di serdegirtinê de Îsmaîl Kocaman û Osman Îpek hatin binçavkirin û ew birin Şaxê TEM'ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê. Kocaman û Îpek dûre di çarçoveya lêpirsînê de birin Enqereyê.