FKÊ, Operasyona Azadkirina Şengalê ya danê vê sibehê ji aliyê gerîlayên HPG, YJA Star û Hêzên YBŞ-YPJ Şengalê ve hat destpêkirin silav kir, bang li civaka Êzîdî kir ku di van rojên girîng û dîrokî de, ji bo mafê xwe yên rewa hișyar û tevlî hemû xebat, civîn û çalakiyên wan bibin.
Federasyona Komeleyên Êzdiyan (FKÊ) ya daxuyaniyeke nivîskî weşand Operasyona Azadkirina Şengalê ya danê vê sibehê ji aliyê gerîlayên HPG, YJA Star û Hêzên YBŞ-YPJ Şengalê ve hat destpêkirin silav kir.
FKÊ diyar kir ku îro li ser ferman û karesata Şengalê salek bêhtir derbas dibe û li ser bingeha berxwedanek dîrokî û bêhempa ya HPG’ê, YBŞ’ê û YPJ-Ş’ê pengava rizgarkirina xaka pîroz a Şengalê destpê kirine.
FKÊ got: “Em wek FKÊ – Federasyona Komeleyên Êzdiyan, rêxistina sîwan a hemû Êzdiyan,vê hevkariya ji bo rizgarkirina Şengalê silav û pîroz dikin. Em banga hișyarbûnê û çalakgeriyê li hemû gelê xwe dikin, da ku di van rojên girîng û dîrokî de, ji bo mafê xwe yên rewa hișyar û tevlî hemû xebat, civîn û çalakiyên me bibin. Da ku qirkirin, xiyanet û xapandin xwe dîsa dubare nekin.
BANGA YEKÎTIYÊ
Dîsa, em banga yekîtî û tifaqa neteweyî li hemû hêz û partiyên Kurd, bi taybetî jî li PDK’ê dikin, ku xwe neynin lîstikên dijmin û mafê hemû gelê Kurdistanê, bi taybetî jî yên Êzdiyan dilsoz bigrin.”
FKÊ di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêvîdar in hemû hêzên siyasî û leșkerî yên Kurd ji bo parastina demokrasiyê, aștiyê, azadiyê alîkariya YPG’ê û YBŞ’ê bikin û wiha dewam kir: “Ti ferqê nexin nav netewe, bawerî û cografya Kurdistanê. Çawa ku Şengal ji bo Êzdiyatiyê pîroz e, ev ji bo hemû Kurd û Kurdistanê xaka dîrokî, stratejîk, bi wate û pîroz e. Em berxwedana hemû gelên Kurdistanê û bi taybetî jî ya Şengalê ji dil û can pîroz û silav dikin.
Bi rêzdariyek bêhempa, em bêjna xwe li hember hemû șehîdên “nemir” ên Kurdistanê ditewînin. Bijî têkoșîna hemû gelên Kurdistanê ji bo jiyanek bi rûmet û azad, bijî pêvajoya rizgarkirina Şengalê.”