Li Televîzyona Dewletê ya Swêdê çalakiya ji bo Farqînê
Bi armanca şermezarkirina êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî Farqînê û destekkirina gelê Farqînê, ku ev 10 roj in bi lehengî li dijî êrîşan li ber xwe dide, duh êvarê li avahiya Televîzyona Dewletê ya Swêdê xwepêşandan hat lidarxistin.
ANF
STOCKHOLM
pêncşem, 12 sermawezê 2015, 07:04
Li ser banga Tevgera Jinê ya Kurd, komek ji Kurdistaniyan ket hundirê avahiya Televîzyona Dewletê ya Dewletê û bi hilgirtina wêneyan, êrîş û komkujiyên dewleta Tirk ên li Farqînê şermezar kir. Komê xwest bi rêveberiyên televîzyonê re hevdîtinê bike.
Ji ber derengmayîna rêveberên televîzyonê Kurdistaniyan dest bi çalakiya rûniştinê kirin û dowîzên bi nivîsa "Terorîst Tirkiye", "Destên xwe yên bi xwîn ji Kurdistanê vekişînin", "Faşîzma li Tirkiyeyê bisekinînin", "Bajarên Kurdan hatine dorpêçkirin" û "Zarok dibin qurbana terora dewleta Tirk" vekirin.
Bi qasî 20 polîsên hatin avahiya televîzyonê ji çalakgeran re gotin ku pêkanîna çalakiyê li avahiyê qedexe ye. Ji Kurdistaniyan xwestin ku dawî li çalakiya xwe bînin û avahiyê biterikînin. Çalakgeran jî dan xuyakirin ku Farqîn di bin dorpêçiyeke giran de ye û dewleta Tirk sivîlan qetil dikin. Çalakgeran ragihandin, ku heta rayedarên televîzyonê bên, ew ê avahiyê neterikînin.
Di encama lihevkirina bi polîsan re komek ji çalakgeran bi rayedarên televîzyonê re hevdîtin kir, dosyayek ji daxwazên xwe radestî rayedaran kir û Kurdistaniyên din jî saet di 20:00 de dawî li çalakiya xwe anîn.
LI STOCKHOLMÊ WÊ ROJA ÎNÊ PROTESTOYA GIRSEYÎ BÊ LIDARXISTIN
Terora hikûmeta AKP'ê ya li Farqînê wê di 13'ê Mijdarê roja Înê de li meydana li ber Parlamenta Swêdê bi xwepêşandaneke girseyî were protestokirin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Amara bibîr xistin ku dewlet Tirk û hikûmeta AKP'ê li hemberî gelê Kurdistanê dest bi şerekî topyekûn kirine û bang li hemû Kurdistaniyên li Swêdê dijîn kirin, ku li dijî êrîşên AKP'ê dengê xwe bilind bikin, piştgiriyê bidin gelê Farqînê û beşdarî xwepêşandana saet di 13:00 a li Meydana Mynttorgetê bibin.