Ji Netanyahu ji bo Xezeyê peymana bi şert

Serokwezîrê Îsraîlê Bnyamîn Netanyahu, ragihand ku ew ji bo şerê li Xezeyê dewam dike, ji peymanê re vekirî ne. Lê pêşî hin şert danîn.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, diyar kir ku ev peyman tenê dikare bi şerta ‘Sûrgunkirina’ Hamasê û ‘bêçekkirina’ Xezeyê pêkan be. Ev daxuyanî di demekê de hat ku Îsraîlê operasyonên xwe yên esmanî û bejayî li dijî Xezeyê zêde kiriye û bûye sedema mirina gelek sivîlan bi taybet zarokan.

Şerê ku di 7'ê Cotmeha 2023'yan de destpê kir, 19 meh in dewam dike û li Xezeyê bûye sedema karesateke mezin a mirovî. Îsraîl dibêje ew êrîşên xwe ji bo têkbirina kapasîteya leşkerî ya Hamasê û rizgarkirina dîlgirtiyan berdewam dike.

Daxuyaniya Netanyahu di dema muzakereyên nerasterast ên li paytexta Qeter Dohayê bi rêya DYE’yê dihat kirin de hat dayîn.