'Li Farqînê ne tenê Kurd, mirovahî tê qetilkirin'
Pêkhateyên Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê, der barê komkujiya dewlet li navçeya Amed Farqînê dike de, daxuyaniyek weşandin.
Pêkhateyên Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê, der barê komkujiya dewlet li navçeya Amed Farqînê dike de, daxuyaniyek weşandin.
Pêkhateyên Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê, der barê komkujiya dewlet li navçeya Amed Farqînê dike de, daxuyaniyek weşandin.
Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, "Ya li Farqînê diqewmiye şerekî nav lê nehatiye kirine. Ji bo mirov vê nebîne, divê mirov kor be."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser bêdengiya raya giştî û medyayê li qewimînên li Farqînê û hat destnîşankirin, ku ev nêzîkatiya xemsarî li wijdanê mirovahiyê nayê.
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku gelê Farqînê ji bo jiyana xwe bidomîne nikare pêwîstiyên xwe tedarik bike û hat gotin, "Dewleta AKP û Tirkiye bi hemû hêzên xwe yên çekdar êrîşî gelê Farqînê dike. Gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan birîndar bûn û agahî ji gelek mirovan nayê wergirtin.
Yên ku li Farqînê tên qetilkirin ne tenê gelê Kurd e. Di şexsê gelê Kurd de li Farqînê aştî, demokrasî, jiyana bi hev re ya bi sedan salan û mirovahî tên qetilkirin.
AKP'ê li erdnîgariya Kurdan, li Farqînê li dijî Kurdan û gelên me şer îlan kiriye. Dibe ku fatûreya vî şerî ji bo gelên me û Kurdan giran be. Bêyî ku gelên me vê fatûreyê bide, em dikarin pêşî lê bigirin."
BANGA LI RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWEYÎ Û MEDYAYÊ
Meclîsa Aştî û Demokrasiyê bang li raya giştî û medyaya navneteweyî kir ku rastiya li Farqînê û gelemperiya Kurdistanê aşkera bikin û hat gotin, "Divê tavilê ev konsepta şer bê terikandin û bi afirandina mercên beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê re veger li 'pêvajoya çareseriyê' bê kirin.
Dİ daxuyaniyê de banga beşdariyê li hemû çalakiyên li dijî polîtîkaya şer a AKP'ê werin lidarxistin, hat kirin.