Li Fransayê 'Kurd û berxwedana li dijî DAIŞ'ê' hat nîqaşkirin
Li Fransayê konferansek bi serenavê "Krîza li Rojhilata Navîn, Kurd û berxwedana li dijî DAIŞ'ê" hat lidarxistin.
Li Fransayê konferansek bi serenavê "Krîza li Rojhilata Navîn, Kurd û berxwedana li dijî DAIŞ'ê" hat lidarxistin.
Li Fransayê konferansek bi serenavê "Krîza li Rojhilata Navîn, Kurd û berxwedana li dijî DAIŞ'ê" hat lidarxistin.
KNK, PYD û Konseya Kurd a Demokratîk li Fransayê (CKD-F), li Salona Konferansê ya Vîctor Hûgo ya Parlamenta Fransayê, di 12'ê Mijdarê de konferansek bi serenavê "Krîza li Rojhilata Navîn, Kurd û berxwedana li dijî DAIŞ'ê" lidar xistin.
Hevseroka CDK-F'ê Cemîle Renklîçay di axaftina xwe ya vekirina konferansê de bal kişand ser rewşa rojane ya li Kurdistanê û diyar kir ku ev konferans ji bo tevkariyê li têkoşîna demokrasiyê ya Kurdistan û herêmê bike, girîng e.
Piştî axaftina Renklîçay fîlmê bi navê "Kurdistan, xewna biharê" yê ji aliyê derhêner Mîkael Baûdû ve hat amadekirin û berxwedana Rojava nîşan dide, hat pêşkêşkirin.
KRÎZA LI ROJHILATA NAVÎN
Rûniştina destpêkêya konferansê "Krîza li Rojhilata Navîn" bû. Nivîskar Patrîce Franceschî ku 2 salan li Rojava ma, di mijara rewşa leşkerî û polîtîk a li Rojhilata Navîn de axivî û çavdêriyên xwe yên li Rojava vegot. Franceschî diyar kir ku ew gelek caran çûye Rojava û her gavê pêşketina di warê avakirina aştî û demokrasiyê de dîtiye û destnîşan kir, ku ji bo avakirina aştiyê, Kurd hem ji aliyê polîtîk hem jî ji aliyê leşkerî ve bi pêş de çûne.
Franceschî anî ziman ku divê jinên Fransayê li cem jinên li Rojava têdikoş in cih bigirin û got, "Eger hûn niha nekin, hûnê kengî li cem wan cih bigirin."
Polîtîkaya Fransayê ya li pêşberî krîza li Rojhilata Navîn, ji aliyê endamê meclîsa şaredariya Ile De France Erîc Coqûerel ê ji Partiya Çep ve hat nirxandin. Coqûerel got, "Welatê me, ji aliyê polîtîk ve li şûna ku li dijî DAIŞ'ê derkeve, xwest ji Esad rizgar bibe. Hêzên mûxalîf ên li wir tine hesiband. Daxwazên wan ên li herêmê li Cenevreyê ji nedîtî ve hat."
Coqûerel da xuyakirin ku di têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de hêza di destpêkê de tê bîra mirovan Kurd in û got, "Fransa dibêje ku ew li ser nirxên demokrasiyê tevdigere, lê Kurdan nabîne. Yê ku hêza DAIŞ'ê şikand Kurd in. Dema mirov li pozîsyona Fransayê difikirin matmayî dimînin." Coqûerel destnîşan kir ku divê li herêmê Kurd werin destekkirin.
'DI DERKETINA HOLÊ YA DAIŞ'Ê DE TIRKIYEYÊ ROLEKE MEZIN LÎST'
Parlamentera Parlamaneta Ewropayê Marîe Chrîstîne Vergîat jî li ser berpirsyariya hêzên navneteweyî û stratejiyên dekretina ji krîzê axivî.
Vergîat bal kişand ser rola mezin a destwerdana DYA li Iraqê di afirandina DAIŞ'e de û anî ziman ku bi taybetî di derketina DAIŞ'ê ya piştî sala 2014'an de Tirkiyeyê roleke mezin lîstiye. Vergîat got, "Erdogan ê ku DAIŞ û PKK'ê di heman xetê de dibîne, bi tenê li dijî Kurdan şer dike. Halbûkî îdîa dike ku ew bi rola têkoşîna li dijî DAIŞ'e radibe. Hevdîtinên aştiyê sekinand. Birêz Ocalan di tecrîdê de ye. Derew tê gotin." Vergîat da xuyakirin, ku bêdengiya hêzên navneteweyî li pêşberî rewşê nayê qebûlkirin.
'DIVÊ PKK JI LÎSTEYA TERORÊ BÊ DERXISTIN'
Vergîat destnîşan kir ku bi taybetî ji bo hêzên Kurdan ên li herêmê werin naskirin divê PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' derhal bê derxistin û da zanîn ku ew ê di rojên pêş de 150 parlamenter li Ewropayê di vî warî de deklarasyonê biweşînin.
Di beşa duyemîn a konferansê ya piştî nîvro de wê li dora serenavên "Pirsgirêka Kurd û rola Kurdan di avakirina demokrasî û aştiyê li Rojhilata Navîn de" parlamentera Fransayê Cecîle Dûflot, parêzer Vîngînîe Duşen, Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan, Endamê KNK'ê Zubeyîr Aydar û Hevserokê PYD'ê Salih Muslim biaxivin.