Gelê li Qamişlo, berxwedana li Bakur silav kir

Bi armanca silavkirina berxwedana Bakurê Kurdistanê û gelê Farqînê ya li hemberî zilma AKP'ê, bi hezaran kes li Qamişlo meşiyan.

Bi armanca silavkirina berxwedana Bakurê Kurdistanê û gelê Farqînê ya li hemberî zilma AKP'ê, bi hezaran kes li Qamişlo meşiyan.

Îro saet di 12:45’an de bi hezaran welatiyên bajarê Qamişlo, endamên Saziyên Civaka Sivîl, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, nûnerên Tevgera Civaka Sivîl  û nûnerên partiyên siyasî, ji bo silavkirina berxwedana gelê Bakûrê Kurdistanê, bi taybet berxwedana navçeya Farqîn a Amedê herikîn Qada Osman Sebrê ya bajarê Qamişlo.

Çalakgeran ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên kurdî, pankartên bi nivîsên “Bakur ne bi tenê ye, Rojava pişta wê ye”, “Berxwedan rêya serketinê ye”, “Em têkoşîna xwebirêvebirina Bakur pîroz dikin” û “Ev der Farqîn e” hildan. Çalakgeran dirûşmên “bijî berxwedana Bakurê Kurdistanê” qîriyan û ber bi Qada Şehîd Rûbar Qamişlo ve ketin rê.

Di meşê de zarokan jî pirtûkên bi zimanê Kurdî rakirin û dirûşmên “Bêyî ziman jiyan nabe” û “Xwedî li zimanê xwe derkevin” bilind kirin.

Çalakî hê dewam dike.