Li DYE’yê ji ber bahozê herî kêm 21 kes mirin

Eyaletên Kentuckc û Missouri yên li beşên navîna Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) cih digirin, rû bi rûyê bahozên tund ma. Li gorî daxuyaniyên rayedaran, herî kêm 21 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ji Walîtiya Kentucky Andy Beshear ragihand ku ji ber bahoza şeva îniyê li seranserî eyalete herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dan. Walî hişyarî da ku dibe ev hejmar zêde bibe.

Li Missouri jî 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, ji vane 5 kes li bajarê Saint-Louis bûn qurbanên bahozê.

Rayedarên ewlehiyê yên civakî yên Missouri diyar kir ku xebatên ji bo lêgerîn û rizgarkirinê yên li avahiyên hilweşiyayî, sibeha şemiyê ji dewam kir. Her wiha hişyarî hate dayîn ku ji bo şeva yekşemê dibe rewşa hewayê bi xeter bibe.

Ji Serokatiya Şaredariya Saint-Louis Cara Spencer karesata çêbûyî weke “bi rastî jî bitirs e” pênase kir û anî ziman ku bajêr rû bi rûyê xemgîniyeke mezin e.

BI DEH HEZARAN MAL BÊ ELEKTRÎK MAN

Li Saint Louis a ji 280 hezar nifûsî li taxekê dêrekê xisareke cidî dît. Pastorê dêrê Perkins ji qenala CBS re axivî û got, "Xisareke ewqasî giran a babîsokê cihê xemgîniyeke mezin e."

Li gorî daneyên poweroutage.us li Kentucky û Missouri zêdeyî 180 hezar mal û kargeh bê elektrîk man.

Îdareya Atmosfer û Okyanûsê ya Neteweyî (NOAA) di sala 2024'an de li tevahiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) 54 kes ji ber babîsokê jiyana xwe ji dest dan.