ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk 22 hezar dagirkerên din dişîne Kurdistanê
Qesra AKP'ê, ku bi mehan e nikare berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Kurd bişikîne, wê 22 hezar polîsan ji Stenbolê bişîne Kurdistanê. -
DCN serlêdana REPAK'ê xist rojeva xwe
Dadgeha Ceza ya Navneteweyî, bi awayekî fermî bersiv da serlêdana Navenda Pêwendiyan a Jinên Kurd (REPAK) a li ser sûcên şer ên li Kurdistanê tên kirin. Dadgehê diyar kir, serlêdana REPAK'ê ketiye rojeva wan. -
Piştî hevalê Mehmet...
Tava zivistanê tîna xwe dida kolanan, dikan vekirî bûn, jinan li ber mala xwe sohbet dikirin, zarok li cem xendekan bi gokê dilîstin. Bêhna nanê li ber malan dihat lêxistin, dihat. -
Operasyonên qirkirina siyasî: Zêdeyî 20 kes hatin binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP'ê tên meşandin, îro jî dewam kirin. Li Wan, Riha û Bedlîsê 11 kes hatin binçavkirin. Li Stenbolê jî polîsan avêtin ser avahiya Partiya Şoreşger û malên endaman. -
DYA di mijara Tirkiyeyê de welatiyên xwe hişyar kir!
Wezareta Karên Derve ya DYA, hişyariya ku beriya niha ji bo welatiyê wan neçin Tirkiyeyê dabû, dubare kir. -
Şehîdên xwerêveberiyê wê li Strasboûrgê bên bîranîn
Kurdistaniyên li dijî komkujiyên li Bakurê Kurdistanê li bajarê Fransa Strasboûrgê çalakiyê lidar dixin, di şexsê Mehmet Tûnç de wê "şehîdên berxwedana xwerêveberiyê" bibîr bînin. -
Gurer: Bi reforma axê ya li Kurdistanê re aboriya alternatîf dikare bê afirandin
Akademîsyen Çetîn Gurer xwerêveberiyên li bajarên Kurdistanê nirxand û diyar kir, dewlet, hêzên navneteweyî û neolîberal wê timî bixwazin destketiyên herêmên xweser tine bikin. -
'DMME bi bêdengiya xwe re bûye hevparê komkujiya li Cizîrê'
Endamê Komîteya Amadekar a çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê Egîd Polat bang li saziyên Ewropayê kir, ji bo bikeve nava tevgerê û got, "DMME li Cizîrê bêdeng ma. Eger li Sûrê jî bêdeng bimîne, em ê wê weke hevparê sûcê Tirkiyeyê bibînin." -
Di çalakiya rûniştinê de bi mijara neteweya demokratîk
Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê 22’ê Sibatê destpê kir, her roj bi aktîvîteyek cuda didome. Di çalakiyê de îro jî panelek bi mijara neteweya demokratîk pêk hat. -
Ji bo tevlîbûna dadgehan daxwazname radestî DMME hat kirin
Kurdistaniyên li Strasboûrgê çalakiya rûniştinê li dar dixin, ji bo tevlî dadgehan bibin daxwazname dan DMME. -
'Mafê kuştinê' yê ji leşkeran re tê dayîn, di rojeva Meclîsê de ye
Beştaş a HDP'yî pêşnûme qanûna ku pêşî li darizandina leşkerên li Kurdistanê sûc dike digire, xist rojeva Meclîsê. -
NCDK Rotterdam kongreya xwe ya 3. lidar xist
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Rotterdamê, kongreya xwe ya 3. pêk anî. -
Operasyonên qirkirina siyasî: 2 girtî, 3 binçavî
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, ku bi fermana hikûmeta AKP'ê tên meşandin, binçavkirin û girtina mirovan dewam dikin. -
Ji rewşenbîran danezaneke nû: Em ê serî li ber rejîma Erdogan netewînin
Bi pêşengiya Hewldana Azadî ji Ramanê re ya Enqereyê, tevî Baskin Oran, Celal Başlangiç, Hasan Cemal, Kadîr Cangizbay, Oya Baydar û Yavûz Baydar gelek rewşenbîr, rojnamevan û nivîskar beşdarî kampanyaya îmzeyan bûn. -
Saleke 28'ê Sibatê - Selahattîn Erdem
Di 28'ê Sibata 2015'an de, li Dolmabahçe, şandeyên HDP û AKP'ê de, peymanek ji raya giştî re deklere kirin û salek di ser vê daxuyaniya hevbeş re derbas bû. Şandeya HDP'ê, di heman demê de şandeya Îmralî bû. -
Li Hambûrgê şeva piştevaniyê ya Mala Gel
Li Hambûrgê di şeva piştevaniyê de, sekna Elewiyan a li cem gelê Kurd cih digire hat silavkirin û banga mezinkirina yekîtî û berxwedanê hatkirin. -
Suryanî dixwazin Sawa Ûşana Îde bê berdan
Asûrî-Suryaniyên li Swêdê dijîn dixwazin Sawa Ûşana Îde yê di 17'ê Sibatê de ji mala xwe ya li Mîdyatê hat binçavkirin û piştre aht girtin, serbest bê berdan. -
Kartal: Bila kes nekeve nava fikaran; em ê bi ser bikevin
Li bajarê Elmanya Stûttgartê, li ser berxwedana xwerêveberiyê a li Bakurê Kurdistanê civîneke gel hat lidarxistin. -
Sedema fezlekeyê: Di rê de meşiya
Bi fermana Serokkomarê Tirk Erdogan re, 23 fezlekeyên li hemberî wekîlên HDP'yî hatin amadekirin, radestî Serokatiya Meclîsê hatin kirin. Wekîlê HDP'yî Aslan ku li hember wî jî fezleke hatiye amadekirin got, "Meşa di rê de jî bû sedema fezlekeyê." -
Koma Heyva Sor çalakiya 'Nobada ji Ocalan re Azadî' dewr girt
Çalakiya 'Nobeda ji Ocalan re Azadî' ya li ber avahiya Konseya Ewropa (KE) ya li bajarê Fransa Strasboûrgê tê lidarxistin, ji aliyê koma Heyva Sor a Kurdistanê ve dewr hat girtin. -
Rûsya: Êrîşa li hemberî Til Ebyadê di ser Tirkiyeyê re hat kirin
Artêşa Rûs da xuyakirin, ku komek ji 100 kesî di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûye û êrîşî Girê Spî (Til Ebyadê) kiriye. Artêşa Rûs, der barê vê êrîşê de ji Tirkiyeyê xwest, daxuyaniyekê bide. -
Li Hagenê 'bîranîna şehîdan'
Li bajarê Elmana Hagenê, gerîlayên di 16'ê Sibatê de li Bagokê jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn. -
Li Dragûîgnan û Montpellîerê 'bîranîna şehîdan'
Li bajarên Fransa Dragûîgnan û Montpellîerê, mirovên di berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn. -
Dewleta Tirk li Helsîngborg û Osnabruckê hat şermezarkirin
Komkujî û qirkirina dewleta Tirk li Kurdistane dike, li bajarê Swêd Helsîngborg û li bajarê Elmanya Osnabruckê hat şermezarkirin. -
Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê wê heta serketinê bidome
Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê bi pêşengiya TJK-E û KCD-E di 22'ê Sibatê de destpê kir, heta encamekê bi dest bixe, wê bidome.