Li Hagenê 'bîranîna şehîdan'

Li bajarê Elmana Hagenê, gerîlayên di 16'ê Sibatê de li Bagokê jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

Li bajarê Elmana Hagenê, gerîlayên di 16'ê Sibatê de li Bagokê jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

Meclîsa Jinê ya Fîdan û malbata gerîlayê HPG'ê Adem Ûçak (Agît Serhat) ê di 16'ê Sibatê de li Bagokê jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Hagenê merasîmeke bîranînê lidar xistin.

Di merasîmê de tevî Ûçak, gerîlayên HPG'ê Ramazan Gumuş (Bagok Mêrdîn), Fazil Atan (Botan Bahoz) û berxwedêrên li jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê jiyana xwe ji dest dan Sûltan Irmak (Arjîn) û Berjîn Demîrkaya (Rozerîn) hatin bîranîn.

Di merasîma girseyî de li ser navê FCIK û Ûçak axaftin hat irin.

Qisekeran gotin, "Xwedîderketina li şehîdan xwedîderketina li Rêbertî, mirovahî û azadiyê ye û weke malbatên şehîdan em soz didin ku em ê heta dawiyê bi Serok Apo û şehîdan re dilsoz bin."

Di merasîma ku tim û tim dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn de, malbata Ûçak xwarina xêrê belav kir.

...