Di 28'ê Sibata 2015'an de, li Dolmabahçe, şandeyên HDP û AKP'ê de, peymanek ji raya giştî re deklere kirin û salek di ser vê daxuyaniya hevbeş re derbas bû. Şandeya HDP'ê, di heman demê de şandeya Îmralî bû. Şandeya ku ew daxuyanî ji raya giştî re deklere kir, Pexşana Mûzakereyan a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo demokrasî û çareseriya pirsgirêka Kurd amade kiribû. Heyeta AKP'ê jî, heta dawiyê dengê xwe dernexist û daxuyakirin ku, mutabaqatê erê dikir.
Peyama ku hate xwendin, bi rojan li Îmrali û li derve bi hev re hatibû nîqaşkirin û amade kirin. Lewra weke "mutabaqata hevbeş" hate bi nav kirin û Mutabaqata Dolmabahçe derkete pêş. Her çiqasî Tayyip Erdogan, mutabaqata hevbeş qebûlnekir û piştre şandeya AKP'ê xwedî lê derneketibe jî, rastî wisa ye. Li hemberî ku PKK, li dijî hinek xalan jî bû, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxwaz kir ku, di 28'ê Sibatê de ji raya giştî re were deklerekirin.
Mutabaqata Hevbeş, dema ku di 28 Sibatê de, li Dolmabahçê ji raya giştî re hate ilan kirin,di rastiyê de li gel herkesî hêviyên aştî û demokrasî zêde kirin. Li her derê bi baweriyek xurt dihate gotin ku "êdî ev kar temam e û pirsgirêka Kurd wê çareser bibe û Tirkiye demokratîk bibe. Dilxweşiyek cejnê bi her kesî re çêbû, ligel kêfxweşiya mirovan,herkesî bi dengekî bilind,wê ev kar û xebat çavan pêşve biçe nîqaş dikirin.
Em, îro di yekemîn salvegera Mutabaqata Dolmabahçe ya 28 Sibatê de ne. Beriya salekê hêviyên aştî û çareseriyê zêdê bûn. Lê îro, kiryarên hov û wahşiyane derketin holê û kes mutabaqatê nayîne bîra xwe. Di nava salekê de, ewqas bûyer derketin holê ku kes ne li bendê bû û hêvî nedikirin. Gelo ji rewşek wiha ya bi hêvî, çawa çêbû ku qonaxeke wiha derkete holê? Gelo mirovan, civakan çima metirsiyek wiha nedîtin? Eger dîtibin çima rê negirtin? Divê, her kes bi eşkere van pirsan bike û bersiva van pirsan jî bi cesaret û di nava lihevkirinê de bidin.
Eger têkçûna pêvajoya aştî û jibo rewşa giştî a şer bêjin, çavan wisa bû, me fêm nekir, ne rast e. Beravajî wê, ger ku bêjin, me di dema wê de her tişt dît û fêm kiriye jî ji rastiyê dûr e. Bêguman kes û derdorên ku ev rewş didîtin, fêm dikirin û bi kêlî kêlî dijiyan hebûn. Lê kes û derdorên ku di nava cîhana xwe ya teng û xeyalan de winda bûne û nizane wê bi kû de biçe; kor û fêm nekirin jî hebûn. Mirovên ku bi erzanî nêzîkî pêşketinan bibin zehmete ku rastiya siberojê bibînin. Gelek caran mirov rastiyan dibîne, lê hêza mirov nagihiyê ku rê li ber pêşketinan bigire.
Bêguman civakê rewşa îro ne dît. Belkî, kesên ku van gotinan dixwînin jî di nava wê civakê de ne, lê kesên ku dîtin û fêm kirin jî hene. Bêguman di serê van mirovan de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan tên. Lê belê tevî ku ev rastî didîtin jî, ji ber ku nêrînên wan tam li dijî hev bûn, rewşa heyî derket holê.
Gotinek heye dibêjin: Xwar rûne rast biaxive. Îro jî ew dem e û divê em mafê Sezar bidin Sezar. Li hemberî hemû astengiyan, berhemdar û ragihînerê Mutabaqata Dolmabahçê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ev rast e û nayê inkar kirin. Rêber Abdullah Ocalan, ev bes ne dît, her kes hişyar kir û got: eger mutabaqat nekeve pratîkê, şerekî ku her kesî bişewitîne wê derbikevê holê.
Arşîv li holê ne. Eger li arşîvan were nêrîn, wê axaftinên her kesî bi rehetî werin dîtin. Ji bo pêvajoya çareseriyê û pêk hatina aştiyek mayin de, hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar in û her kes dizane. Her cûre îmkan jî derxistin holê. Lê sîstema Îmraliyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de tê girtin, diyar e, derfetên wî yên kêm jî têne zanîn. Lewra nikaribû û ne mumkun bû, rê li ber rewşa îro bigire. Lê Tayyib Erdoganê ku gav bi gav ber bi dîktatoriyê ve diçe, rê li ber rewşa îro vekir û kesî nikaribû rêya wî bigire.
Li hemberî hewldanên payebilind ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan, piştî roja cejna Newrozê, Mutabaqata Dolmabahçe red kir, pêvajoya çareseriyê bi dawî kir, ligel vê, hevdîtinên Îmrali û Oslo înkar kirin. Her kes vê rastiyê jî dizane. Erdogan got, pirsgirêka Kurd nîne, "ragihandina Dolmabahçe şaş e" û bi vî rengî pêvajo bi dawî kir.
Di nava salekê de, hêrs û îhtîrasa Tayyip Erdogan, Tirkiye û gelên li Tirkiyê ber bi felaketê ve bir. Rewşa îro ya Tirkiyê bi yek gotinê felaket e. Ji Saddam û Esad xerabtir, bajar û navçeyan bi erdê re yeksan dike, komkujiyan dike. Gelo mirov dikare çi navî li vê rewşê bike. Komkujî û qirkirina li Bakurê kurdistanê, ji komkujiya Helepçe, ji Mahabatê mezintir û dijwartir e. Siyaseta ku îro Tirkiye gihandiye nuqteya parçebûnê, bi cureyekî din nayê vegotin.
Rewşa îro, ji her kesî bêhtir yekser Tayyip Erdogan derxistiye holê. Bêguman li hundir û derve hevkarên wî yên vî sûcî hene û ne hindik in. Di dawiya Adara 2015'an de, kesê ku pêvajoya çareseriyê bi dawî kir Tayyip Erdogan bi xwe ye. Ji Nîsanê heta bi Hezîranê, yê ku kampanyayek dijwar û dijber meşand dîsa ew bi xwe ye û AKP jî di vê rêyê de meşiya ye. Tayyip Erdogan, encama hilbijartinên 7 Hezîranê red kirin. Kesê ku, avakirina desthilatdariyê asteng kir jî ew e.Yê ku êrîşa 24 Tîrmehê amade kir û da dest pê kirin jî ew e. Yê ku darbeya sivîl ya 1'ê Mijdarê amade kir û li Kurdistanê fermandariya komkujiyan dike jî Tayyip Erdogan bi xwe ye.
Tayyip Erdogan, ev pêvajo di dawiya Adara 2015'an de da dest pê kirin û ev biryar jî, di 30'ê Cotmeha 2014'an de, di civîna MGK'ê de û di rengê şerê giştî de da pejirandin. Ev pêvejo, ji 15 Îlona 2014'an de bi êrîşa DAIŞ'ê ya Kobanê re dabû dest pê kirin. Di Îlona 2014'an de, di 30 Cotmehê de, di civîna MGK'ê de jî wek biryar derxiste holê. Ev plan di çarçoveya "Planê çalekiyên Têkbirine" re kirin pratîkê.
Em, ji bo ku ev rastî werin zanîn bi vî rengî dinivîsîn in. Ji ber ku hê jî dibêjin, PKK ev şer derxistiye. Bêguman wek berê eşkere nabêjin, lê dibin cilê de didine gotin û bi dijwarî propagendeya wê jî dikin. Dîse dibêjin, pêvajoya çareseriyê ji aliyê PKK'ê ve hatiye bi dawî kirin. Desthilatdariya Ahmet Davûtoglû ku wek "desthilatdariya kujerê Kurdan" di dîrokê de cih girtiye, li Cizîrê, Sûr, Farqîn, Silopiyayê, Hezex û gelek navçe û bajarên din qetliam xistin dewrê û bi top û tankan bajar û navçey rûxandin. Tevê vê rastiyê jî hinek kes û derdor di wê baweriyê de ne ku ji ber berxwedana gel û PKKê wisa bûye û ev encam derketiye holê. Lê rastî li ber çavan e, top û tankên dewleta Tirkiyê, bi fermana Erdogan û Davûtoglû, bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê li erdê yeksan dikin.
Di nava salekê de Tirkiye û Kurdistan giha ku derê! Êdî beriya salekê wek xeyal ma û çareserî û aştî li holê nema. Du aliyên Mutabaqata Dolmabahçe heye. Yek: Kiryarên desthilatdariya AKP'ê ku li bakurê Kurdistanê faşîzmek terorane kiriye pratîkê û komkujiyan dike. Bi vî rengî sûcê mirovahiyê dike. Ya 2. jî ew e ku, gelê Kurd bi îlankirina xwerêveberiyên heremî û berxwedana cewherî ye. Li tevahiya Bakurê Kurdistanê, navçe û bajaran berxwedan tê meşandin û îro ev berxwedan, bi berxwedana li Cizîr û Sûrê, di asta herî bilind de tê bîranîn. Berxwedanên li Sûr û Cizîrê bûne destan û dîrokê de cihê xwe girtin.
Desthilatdariya faşîst a AKP û rûreşên çeteyên wê, li Cizîrê, mirovên birîndar bi benzînê şewitandin. Dîsa jî yek mirovî bi tenê teslîm nebû. Yek kesî bi tenê li hemberî zordestî û faşîzma AKP'ê û çeteyên wê çok berneda erdê. Piştî têkçûna li Cizîrê, niha li Sûrê bi hoperloran bangên teslîmbûnê dikin. Ev dexalet e. Ev dexalet jî têkçûn e, dewleta Tirk li hemberî berxwedana gel çokan berdide erdê. Gelê Kurd, bi berxwedana destanî û dîrokî ya Cizîr û li Sûrê, li her derê Kurdistanê de wê faşîzma AKP'ê di xendekan de veşêre û berteref bike.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA