Ji bo tevlîbûna dadgehan daxwazname radestî DMME hat kirin

Kurdistaniyên li Strasboûrgê çalakiya rûniştinê li dar dixin, ji bo tevlî dadgehan bibin daxwazname dan DMME.

Kurdistaniyên li Ewropa, di çarçoveya çalakiya bi armanca xwedîderketina berxwedanên xwerêveberiya Bakurê Kurdistanê û protestokirina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk, roja Înê komek di pêşengiya jinan de- daxwaznameyên ji bo tevlîbûna dadgehan dan heyetek ji DMME.

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, bi armanca xwedîderketina berxwedanên xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê û protestokirina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk, çalakiya rûniştinê ya di pêşengiya TJK-E û KCD-E de 22’ê Sibatê destpê kir, dewam dike. Di çarçoveya çalakiyê de, ji bo roja Înê tevlîbûna dadgehan, daxwazname radestî Dadgeha Mafên MIrovan a Ewropa (DMME) hat kirin.

...