Piştî hevalê Mehmet...

Tava zivistanê tîna xwe dida kolanan, dikan vekirî bûn, jinan li ber mala xwe sohbet dikirin, zarok li cem xendekan bi gokê dilîstin. Bêhna nanê li ber malan dihat lêxistin, dihat.

Dema min cara ewilî Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel û Mehmet Tûnç dît, Cizîr ewçend xera nebûbû, mirovahî ewçend nehatibû binpêkirin. Em ewqasî neketibûn nava xwînê.

Xendek hebûn li taxên Cizîrê. Lê xwîn nehatibû rijandin, bi xendekan re jiyan jî mîna her gavê diherikî.

Tava zivistanê tîna xwe dida kolanan, dikan vekirî bûn, jinan li ber mala xwe sohbet dikirin, zarok li cem xendekan bi gokê dilîstin. Bêhna nanê li ber malan dihat lêxistin, dihat.

Zerara di dorpêçiya berê lê hatibû kirin, dihat sererastkirin. Ciwan dîsa jî di rewşa parastinê de bûn.

Min gotibû, li Cizîrê 'jiyan heye'.

Dewlet nebe, jiyan heye! Niha dewlet hat û jiyana mirovan sekinand, siberoj, îroj û rabirdûya mirovan jê stend.

Bi hevalên Asya û Mehmet re em li nava wan kolanên jiyanê geriyabûn.

Rojên ku Hevserokên Meclîsa Gel, Hevşaredar û her kesên tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya ragihandina xwerêveberiyê bûn, hatin girtin bûn. Matmayî mabûm ku dema min her du hevserok li derve dît.

Wê rojê em tevaniya rojê li taxên bi 'xendekan' ên Cizîrê geriyan.

Min dixwest xwerêveberiya li pişt xendekan fêm bikim: Gelo Meclîs dixebite? Jiyana rojane çawa ye? Meclîsa Jinê, Mala Jinê, Asayîşa Jinê heye? Xwerêveberiyê têkiliya di navbera jin û mêr de çawa guherand? Bi kurtasî li pişt xendekan jiyan çawa bû?

Dema min pirs dipirsî, timî min bi Rojava re dida ber hev.

Hevalên Asya û Mehmet tevî vê kelecana min jî, bi dilrehetî û bi awayekî zelal bersiv didan.

Dema min pirsên xwe ji hevalê Mehmet pirsî, ji min re gotibû, "Bila hevala Asya jî were em bi hev re bersivê bidin". Dema Asya Yuksel hat, hîn bêhtir ew axivî, hevalê Mehmet jî erê dikir.

Dema li taxa Yafesê digeriyan min pirsîbû; "Hemû hevserok hatine girtin, hûn çima li derve ne?"

Gelekî rehet bûn. Bi ken bersiv dabû hevalê Mehmet: "Em li qadên azad dikarin bi rehetî bigerin."

Ew qadên azad, taxên bi xendekan dihatin parastin bûn.

Hevala Asya armanca xendekan ji min re vegot. Carna zehmetî dikişan bi Tirkî vebêje. Bi qasî ku min fêm kirin, min axaftin kurteber dikir, wê jî bi ken digot, "Belê welê ye."

Digot, "Xendek şêweyê xweparastinê yê gel e. Eger ev xendek nebûna, bi sedan ciwan niha ji aliyê dewletê ve hatibûn girtin."

Ji xwe ev qewimî. Xendek ket, dewletê canê mirovan stend.

Hevserokê Meclîsa Gel Mehmet Tûnç jî armanca êrîşên dewletê yên rewşa awarte vedigot. Gotibû, "Dixwazin Cizîrê bê mirov bihêlin."

Dema mirovên ji ber zordariya dewletê îro koç kirine dibînim, ji xwe re dibêjim, "belê ew mafdar bû."

Dema em li taxa Nûrê digeriyan hevala Asya modela rêxistinbûyîna xwerêveberiyê vegotibû: "Li hemû taxan komun tên avakirin. Bi giranî ava bûn. Di ser van komunan re meclîsên taxê derdikevin holê. Bi vî rengî gel wê pirsgirêkên xwe çareser bike. Dewlet dixwaze taxan vala bike û bêmirov bihêle, lê em berevajî vê dest bi rêxistinbûyînê dikin û me bi giranî jî bi ser xistin."

Min gelek caran digot 'mîna Rojava' û ketibûm nava kelecanekê.

Dema ev coşa min dît, pirsa "Tu çû Rojava". Min jî hinekî ji wan re qalê kiribû.

Min wêneyê hevala Asya kişand. Dema li wê nihêrî pirsa 'xweşiyek derketiye?' kir.

Min jî jê re gotibû, "ji xwe tu jineke gelekî bedew e. Jineke bedew û têkoşer. Min hêz û moraleke gelekî mezin ji te wergirt. Hêvîdarim em ê careke din hev du bibînin."

Piştre bi telefonê em çend caran bi hev re axivîn. Di axaftina dawî ya bi telefonê de gotibû, "Heval em vê derê naterikînin. Bila were zanîn."

Terk nekirin.

Li ser jiyana wan a berê qet agahiyek li ber destê min tinebû. Şensê me nebû em li ser biaxivin. Ji ber ji ber ku di rojên şoreşê de wateya wê kêliyê û siberojê hebû.

Hevalê Mehmet li yek ji wan jêrzemînên ku gotibû 'em jê dernakevin' hat qetilkirin. Çi bi serê hevala Asya hatiye ez nizanim. Hêvîdarim ew dijî!