Dewleta Tirk 22 hezar dagirkerên din dişîne Kurdistanê

Qesra AKP'ê, ku bi mehan e nikare berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Kurd bişikîne, wê 22 hezar polîsan ji Stenbolê bişîne Kurdistanê.

Desthilatdariya Qesrê û AKP'ê ku bi mehan e nikare berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Kurd bişikîne, hîn bêhtir polîsan dişîne Kurdistanê. Ji Stenbolê wê 22 hezar polîsên din di bin navê 'Xizmeta Şark' de ber bi bajarên Kurdan ve bên şandin.

Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ji Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê re fermanek şand û jê xwest 22 hezar polîsan ji bo çûyînê amade bike.

Di nivîsê de hat xwestin, bajarê ku polîs dixwazin biçin û hinceta polîsên dixwazin li Stenbolê bimînin, bên nivîsandin û ji wan re bê şandin.

Di 1'ê Gulanê de wê tayîna serkomîser, komîser û karmendên polîsan, di 1'ê Hezîranê de jî wê ya midûrê emniyetê, amîrê emniyetê diyar bibe.