Bi fermana Serokkomarê Tirk Erdogan re, 23 fezlekeyên li hemberî wekîlên HDP'yî hatin amadekirin, radestî Serokatiya Meclîsê hatin kirin. Wekîlê HDP'yî Aslan ku li hember wî jî fezleke hatiye amadekirin got, "Meşa di rê de jî bû sedema fezlekeyê."
ANF
ÊLIH
duşem, 29 reşemiyê 2016, 10:24
Piştî ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan bi gotina "Bila dosyayên destlênedanê li refên Meclîsê nerizin" ferman da, dosyayên li ser rakirina mafê destlênedayîna parlamenteran ku piraniya wan li hemberî parlamenterên HDP'ê ne, radestî Serokatiya Meclîsê hatin kirin. Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê M. Alî Aslan ê ku li hemberî wî 2 fezleke hatine amadekirin diyar kir, ku fezlekeya destpêkê, ji ber ku li şûna qiraxa rê di rê de meşiya ye hatiye amadekirin. Fezlekeya duyemîn jî ji ber ku ji gotinên xwe yên 'pêşî li gelê aştîxwaz negirin, em naxwazin polîs û gerîla bimirin" hatiye amadekirin.
Aslan got, "Şukur ji Xwedê re, ji ber dizî û nelirêtiyê fezleke li hemberî me nehatiye amadekirin. Şukur ji Xwedê re ji ber şewitandina mirovan, ji ber sorkirina şer li welatên cîran li hemberî me fezleke nehatiye amadekirin. Fezlekeyên li hemberî me hatine amadekirin, ji bo me belgeya rûmetê ne."
'FERMAN JI QESRÊ HAT WERGIRTIN'
Aslan da xuyakirin, ku ji bo amadekirina fezlekeyên li hemberî parlamenterên HDP'ê, ji Qesrê ferman hatiye dayîn û got, "Ji ber ku HDP'ê di hilbijartinan de serketineke mezin bi dest xist, niha rabûne bi fezlekeyan re dixwazin çavê me bitirsînin, me derxînin derveyî meclîsê. Serokkomar bi xwe radibe daxuyaniyê dide, bandorê li meclîsê dike û fermanê dide meclîsê. Bi taybetî fermanê dide koma AKP'ê. Xuya ye vî Serokkomarî zilma di dema serokatiya şaredariyê de lê hatiye kirin ji bîr kiriye û niha bi xwe bûye zalim."
'SEDEMA FEZLEKEYAN PÊKENOKÎ YE'
Aslan da zanîn, ku sedema du fezlekeyên li hemberî wî hatine amadekirin, rewşeke ku mirov pê bikenin e û li ser van fezlekeyan ev agahî da:
"Bi qasî ez dizanim 2 fezleke li hemberî min hatiye amadekirin. Sedema her du fezlekeyan jî pêkenokî ye. Di fezlekeya yekemîn de ev tişt hatiye nivîsandin; 'di dema meşa têkildarî dûrxistina hevşaredarên Êlihê ji wezîfeyê de, li şûna ku li qiraxa rê bimeşe, li ser rê meşiya ye'. Tevî ku anons hatiye kirin, ez ji ser rê derbasî qiraxa rê nebûme. Ji ber vê yekê xwestine mafê destlênedanê yê parlamenteriyê rakin. Walîtiya Êlihê û Midûriyeta Emniyetê qaşo wê li gorî xwe biryarê bidin bê parlamenterek wê li ku bimeşe. Û ev yek jî kirine sedem ji bo rakirina destlênedanê. Ev fezleke nîşan dide bê ew çiqasî bêçare ne. Di fezlekeya din de jî ev gotinên min weke sedem nivîsandine; 'ji bo polîs nemirin, ji bo em, hûn nemirin, em li qadan e û mertalên zindî ne. Ji bo ji her du aliyan kes nemire em li qada e'. Ji ber van gotinên min xwestine destlênedan bê rakirin. Ewqasî bêçare ne û li ber xwe nakevin."
'EM Ê VAN FEZLEKEYAN TÊXIN NAVA ÇARÇOVEYÊ Û BI DÎWÊR VEKIN'
Parlamenter Aslan da xuyakirin, ku fezleke ji bo wan belgeya rûmetê ye û bibîr xist, ev fezleke ji ber dizî û nelirêtiyê nehatine amadekirin. Aslan got, "Fezleke ji bo me hemûyan belgeya rûmetê ye. Em li pişt gotinên xwe ne. Em ê fezlekeyan têxin nava çarçoveyê û bi dîwêr vekin. Weke diyariyekê em ê ji nifşên bê re bihêlin. Di heman demê de ji bo van zalimên ev biryar dane jî wê wêneyekî şermê be. Şukur ji Xwedê re ji ber şewitandina mirovan, ji ber sorkirina şer li welatên cîran li hemberî me fezleke nehatiye amadekirin. Ji me ku me got bila însan nemirin, fezleke hatine amadekirin. Bi gefa fezlekeyan re em ê ti carî dev ji pîvanên xwe bernedin. Di 7'ê Hezîranê de weke 80 parlamenteran me îmzeya xwe danîn binî û xwest mafê destlênedanê yê hemû parlamenteran, yê serokkomar jî were rakirin. Fermo bila destlênedana 550 parlamenteran û ya serokkomar rakin. Wê hingî derkeve holê kî wê li pêşberî hiqûq, edalet gel û cîhanê mehkûm bibe."
'NAXWAZIN EM XWEDÎ LI GEL DERKEVIN'
Parlamenter Aslan diyar kir, ji ber ku wan sûcên hikûmeta AKP'ê yên li Kurdistanê kiriye danîne holê, bi fezlekeyan re hewl tê dayîn wan bitirsînin û destnîşan kir, ku berdêla xwe çi dibe bila bibe ew ê li cem gel bin û paş ve gav neavein.