DCN serlêdana REPAK'ê xist rojeva xwe
Dadgeha Ceza ya Navneteweyî, bi awayekî fermî bersiv da serlêdana Navenda Pêwendiyan a Jinên Kurd (REPAK) a li ser sûcên şer ên li Kurdistanê tên kirin. Dadgehê diyar kir, serlêdana REPAK'ê ketiye rojeva wan.
Dadgeha Ceza ya Navneteweyî, bi awayekî fermî bersiv da serlêdana Navenda Pêwendiyan a Jinên Kurd (REPAK) a li ser sûcên şer ên li Kurdistanê tên kirin. Dadgehê diyar kir, serlêdana REPAK'ê ketiye rojeva wan.
Navenda Pêwendiyan a Jinên Kurd (REPAK) ku nevanda wê li Hewlêrê ye, ji Seroka Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) Silvia Alejandra Fernández de Gurmendi re nameyek nivîsandibû û jê xwestibû, ku li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê li Kurdistanê dikin bikevin nava tevgerê. REPAK'ê ji Seroka DCN a Arjantînî re bibîr xistibû, ku li welatê wê ji aliyê rejîma dîkta ya darbekar a faşîst sûcên bi heman rengî hatibûn kirin û jê xwestibû, wezîfeya xwe bi cih bîne.
Di bersiva fermî ya ji aliyê Buroya Dozgeriyê ya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ve hat şandin de hat ragihandin, ku nameya REPAK'ê gihaştiye ber destê wan. Di bersivê de hat destnîşankirin, ku di çarçoveya Statuya Roma de wê DCN nameyê binirxîne, bixe rojevê û biryara bê dayîn tevî sedema xwe wê ji REPAK'ê re were ragihandin. Buroya dozgeriyê diyar kir, ev nayê wê wateyê ku lêpirsînek hatiye vekirin an jî wê bê vekirin.
Nameya REPAK'ê bi vî rengî ye:
Ji Seroka Dadgeha Ceza ya Navneteweyî
Dadger Silvia Alejandra Fernández de Gurmendi re
Birêz Dadger,
Li bakurê welatê me Kurdistanê, şerekî navxweyî di pratîkê de heye. Her çend dewleta Tirk hewl dide bi gotina 'têkoşîna li hemberî terorê' re vî şerî rewa nîşan bide jî, ya ku diqewime bi awayekî zelal; terora dewletê ye. Hikûmeta Tirk li hemberî gelê Kurd û tevgera wê ya azadiyê bi awayekî fermî şer îlan kiriye. Di vê çarçoveyê de ji Tîrmeha 2015'an û vir ve, li hemberî navçeyên kurdan ên xwerêeberî lê hatine ragihandin, bi qedexeyên derketina deve re, jin, zarok û extiyar jî di nav de -Mirovên di komkujiya Cizîrê de hatin qetilkirin ên di 7'ê Sibatê de hatin ragihandin ne di nav de - bi giştî 350 kes hatin qetilkirin. Ev bajarên hatine dorpêçkirin, tê xwestin bêmirov bên hiştin, koçberî bi zorê li ser gel tê ferzkirin û qadên jiyanê bi temamî ji holê hatine rakirin. Li navçeyên mîna Cizîr û Sûrê, ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hemû amûrên şer hatine bikaranîn û bajar hatine hilweşandin. Li navçeya Amed Sûrê, ku keleha berxwedanê ya Kurdan e, heta roja îro qedexe û dorpêçî di roja 77'an de dewam dike.
Mirovên li hundirê mala xwe, li ber deriyê xwe, dema bi bilindkirina ala spî çûn nan bînin hatin qetilkirin, beriya 20 salan jî rastî heman terora dewletê hatibûn. Dewlet Tirk dema 4 hezar gundên Kurdan şewitand û xera kir, gelê Kurd rastî heman pêkanînê hatibû. Li bajar û navçeyên ku beriya 20 salan ji ber koçberiya mecbûrî xwe lê girtibûn, îro careke din li pêş çavên tevahiya cîhanê rastî komkujiyên dewleta Tirk a xwehî heman zîhniyeta qirkirinê, tên. Li hemberî gelê Kurd ê 40 sal in bênavber ji bo statuya xwe têdikoşe û li ber xwe dide, dewleta Tirk bi awayekî hovane komkujiyan dike. Di pêkanîna van komkujî û hovîtiyê de, mekanîzmayên navneteweyî yên bêdeng mane, xwedî pareke mezin in.
Sînornenasiya dewleta Tirk a di wehşetê de, çend roj berê bi mînaka li navçeya Şirnex Cizîrê careke din xwe nîşan da. Li Cizîra ku di 14'ê Kanûna 2015'an de derketina derve hat qedexekirin, di êrîşên bombeyî yên polîsên Tevgera Taybet ên Tirk de li sê jêrzemînên avahiyan 116 mirovên xwe lê girtibûn hatin şewitandin, qetilkirin. Li Cizîrê her wiha di dema qedexeya derketina derve de 80 mirovên sivîl ji aliyê hêzên çekdar ên dewletê ve bi hedefgirtinê hatin qetilkirin. Bi vî rengî hejmara mirovên di nava 2 mehan de li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin herî kêm 196 e.
Parlamenterên HDP'ê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û dayikên aştiyê gelek caran hewl dan xwe bigihînin 3 jêrzemînên birîndar lê ne, lê ev hewldan her carê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin astengkirin. Tevî ku mirovên rastî êrîşê dihatin sivîlên bêçek û birîndar bûn, hêzên dewleta Tirk bomberdûmana xwe dewam kir û mîzanseke şer afirand. Dewleta Tirk bi rojan, hem ambûlansên dihatin ji bo rakirina birîndaran asteng kir, hem jî dayikên alên spî rakirin û hewl didan birîndaran rakin, binçav kirin. Tevî bangên lezgîn ên saziyên mafên mirovan ên navneteweyî yên weke Amnesty International û Human Rights Watch û biryarên tedbîrê yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî dewleta Tirk, 116 sivîlên bi rojan tî û birçî bi birîndarî li jêrzemînan man, bi saxî şewitand û qetil kir. Piraniya cesedan welê lê hatin, nema dihatin naskirin.
Ji daxuyaniyên dewletê yên fermî tê fêmkirin ku fermana Komkujiya li Cizîrê ji aliyê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû ve hatiye dayîn. Komkujiya Cizîrê ya ji aliyê mekanîzmayên navneteweyî ve pêşî lê nehat girtin, tê wateya sûcekî giran ê mirovahiyê û şer.
Birêz Silvia Alejandra Fernández de Gurmendi,
Welatê we Arjantîn xwedî dîrokeek darbeyeke bi êş, komkujî û berxwedaneke bi rûmet e. Rejîmên darbekar ên faşîst li welatê we, bi tenê di navbera salên 1976-83'an de 30 hezar mirov qetil kirin. Bi hezaran mirovên ji aliyê dewletê ve hatine 'windakirin' goreke wan jî nîne. Hûn jineke ku ev pêvajo dîtiye û şahidî hem ji zext û zilma rejîmên darbeyê hem jî ji têkoşîna berxwedêrên ji bo jiyaneke azad û bi rûmet kirine. Weke miroveke heman êş jiya ye, pêwîste herî zêde hûn destekê bidin berxwedana rewa û mafdar a gelê Kurd û li dijî sûcên şer ên hikûmeta Tirk ku ji rejîmên dîkta yên faşîst ên li Arjantînê ne cuda ye, derkevin.
Hûn hiqûqnaseke ku bi salan li nava Neteweyên yekbûyî xebatên li ser hiqûqa şer a navneteweyî meşandine û di avakirina Dadgeha Ceza ya Navneteweyî de bi roleke girîng rabûne. Îro jî hûn Serokatiyê ji Dadgeha Ceza ya Navneteweyî re dikin. Dewleta Tirk û berpirsyarên wê yên siyasî çi zû çi jî dereng, wê ji ber van sûcên xwe yên şer werin darizandin. Lê belê ya îro pêwîstî pê heye; pêşîgirtina li komkujiyên nû ye. Heta ku hesab neyê pirsîn wê komkujî zêdetir bibin, hejmara mirovên ji aliyê dewleta Tirk ve bên qetilkirin wê zêde bibin. Bêguman eger li welatê we jî civaka navneteweyî li ser navê nirxên xwe dest li rejîmên dîkta yên faşîst werbida, wê hîn kêmtir êş bihata jiyîn. Di roja îro de sekinandina terora dewletê ya li Kurdistanê û pêşîgirtina li komkujiyên nû, bi hesabpirsîna ji dewleta Tirk e. Weke seroka saziyeke di vî warî de bi berpirsyarî radibe, em daxwazê ji we dikin ku wezîfeya xwe bi cih bînin.
Bi rêzdarî,
17'ê Sibata 2016
Li ser navê Navenda Pêwendiyan a Jinên Kurd (REPAK)
Meral Çîçek
Seroka Desteya Rêveber