Rûsya: Êrîşa li hemberî Til Ebyadê di ser Tirkiyeyê re hat kirin

Artêşa Rûs da xuyakirin, ku komek ji 100 kesî di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûye û êrîşî Girê Spî (Til Ebyadê) kiriye. Artêşa Rûs, der barê vê êrîşê de ji Tirkiyeyê xwest, daxuyaniyekê bide.

Artêşa Rûs da xuyakirin, ku komek ji 100 kesî di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûye û êrîşî Girê Spî (Til Ebyadê) kiriye. Artêşa Rûs, der barê vê êrîşê de ji Tirkiyeyê xwest, daxuyaniyekê bide.

General Sergey Kûralenko yê ji navenda şopandina agirbesta li Sûriyeyê berpirsyar e daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, piştî bicihhatina agirbesta li Sûriyeyê, di nava 24 saetan de agirbest 9 caran hatiye binpêkirin.

RÛSYAYÊ TÊKILDARÎ BINPÊKIRINA AGIRBESTÊ JI ALIYÊ TIRKIYEYÊ VE, JI DYA DAXUYANÎ XWEST

Kûralenko da zanîn, agirbest ji aliyê giştî ve di meriyetê de ye û da zanîn ku di ser Tirkiyeyê re komek ji 100 kesan derbasî Sûriyeyê bûye û êrîşî Girê Spî kiriye.

Navenda ji kontrolkirina agirbestê berpirsyar ragihand, ku ev êrîş ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye destekkirin û diyar kir, li herêma Lazkiye jî êrîş li dijî gundekî hatiye kirin.

Kûralenko da xuyakirin, ku artêşa Rûs der barê van binpêkirinan de agahî daye Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û xwestiye, têkildarî êrîşê daxuyanî were dayîn. Generalê Rûs bibîr xist ku Tirkiyke di nava koalîsyona li dijî DAIŞ'ê ya bi pêşengiya DYA de cih digire.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî dabûn xuyakirin, ku komek ji Tirkiyeyê hatiye û êrîşî Girê Spî kiriye. Ev çeteyên pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê ji heman malbatê 17 sivîl qetil kiribûn. Di şerê dijwar ê li gelek nuqteyan de êrîşa çeteyan hat şikandin û li gorî YPG'ê zêdeyî 100 çete hatibûn kuştin.