Dewleta Tirk li Helsîngborg û Osnabruckê hat şermezarkirin
Komkujî û qirkirina dewleta Tirk li Kurdistane dike, li bajarê Swêd Helsîngborg û li bajarê Elmanya Osnabruckê hat şermezarkirin.
Komkujî û qirkirina dewleta Tirk li Kurdistane dike, li bajarê Swêd Helsîngborg û li bajarê Elmanya Osnabruckê hat şermezarkirin.
Komkujî û qirkirina dewleta Tirk li Kurdistane dike, li bajarê Swêd Helsîngborg û li bajarê Elmanya Osnabruckê hat şermezarkirin.
HELSÎNGBORG
Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê û topbarana li hemberî Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Swêd Helsîngborgê bi meş û mîtîngeke bi tevlîbûna Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê hat şermezarkirin.
Xwepêşandan ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Helsîngborgê û Komîteya PYD'ê ya Helsîngborgê ve hat organîzekirin û li kolana Sodergatanê destpê kir. Zêdeyî 400 Kurdistanî û dostên wan ên li qada çalakiyê li hev civiyan, bi qîrîna dirûşmên "Terorîst DAIŞ, faşîst Erdogan", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Bijî Serok Apo" û "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî" heta Meydana Stortorgetê meşiyan.
Di meşa ku alên PKK, KCK, PYD, YPG/YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin de, li ser wehşeta dewleta Tirk a li Kurdistanê dike, belavok hatin belavkirin.
Piştî meşa ji 4 kîlometreyan girseya gel li Meydana Stortorgetê li hev civiya û li vê derê nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û siyasetmedarên Kurd axivîn. Qisekeran bal kişandin ser operasyonê dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan û Yekîtiya Ewropa û hikûmeta Swêdê rexne kirin.
Siyasetmedarê Kurd Welat Bagok da xuyakirin, ku dewleta Tirk ji bo pêşî li statuya gelê Kurd bigire, pîvanên hiqûqa navneteweyî binpê dike û bi awayekî wehşî êrîşî gelê Kurd dike.
Bang li Kurdistaniyên li dîasporayê dijîn û dostên wan hat kirin, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê xurtir bikin.
Xwepêşandan bi qîrîna dirûşme û tilîliyan, bi dawî bû.
OSNABRUCK
Li bajarê Elmanya Osnabruckê jî, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de komên ciwanên Elman, komên antî faşîst, rêveberên Partiya Çep û Federasyona Komeleyên Elewiyan amade bûn.
Çalakî bi beşdariya 500 kesî pêk hat û li meydana şanoya bajêr û şaredarî lê ye, mîtîngen hat lidarxistin.
Li ser navê NAV-DEM'ê Tahir Koçer li vir peyivî û serdana Serokwezîra Elmanya Angela Merkel a ji bo Enqereyê rexne kir.
Koçer ji bo çalakiya rûniştinê ya hefteyeke li Strasboûrgê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.