Li Hambûrgê şeva piştevaniyê ya Mala Gel
Li Hambûrgê di şeva piştevaniyê de, sekna Elewiyan a li cem gelê Kurd cih digire hat silavkirin û banga mezinkirina yekîtî û berxwedanê hatkirin.
Li Hambûrgê di şeva piştevaniyê de, sekna Elewiyan a li cem gelê Kurd cih digire hat silavkirin û banga mezinkirina yekîtî û berxwedanê hatkirin.
Li bajarê Elmanya Hambûrgê, Mala Gel şeveke piştevaniyê lidar xist.
Di şeva li salona Hîthoûse de Hevseroka NAV-DEM'ê Fatoş Goksûngûr aixvî û bal kişand ser komkujiyên AKP li Bakurê Kurdistanê dike. Goksûngûr mirovên di berxwedana li Bakurê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û da xuyakirin, ku desteka hêja ya Elewiyan ku li dijî barbariya dewleta Tirk dide gelê Kurd, hêjayî pesindayînê ye.
Goksûngûr bal kişand ser bêdengiya dewletên Ewropayê li pêşberî komkujiyên li Kurdistanê tên kirin û got, "Li gorî sîstema xwe ya hiqûqê jî tevnagerin. Çawa ku me li Kobanê li dijî barbariya DAIŞ'ê li ber xwe dan, bi desteka hêja ya xwişk û birayên xwe yên Elewî re em ê li hemberî barbariya dewleta Tirk jî li ber xwe bidin û vê barbariyê têk bibin."
Nûnerê FEDA'yê lêkolîner-nivîskar Erdogan Yalgin jî da xuyakirin, ku divê mirovên mezlûm piştgiriyê bidin hev û got, "Jîndarkirin, mezinkirin û ragihandina vê felsefeyê ji siberojê re divê wezîfeya me be. Em yekîtî, zindîbûn û hevrebûna xwe xera nekin."
Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Prof. Dr. Mahmût Togrûl jî di axaftina xwe ya li vir de bibîr xist ku bawermendên Elewî alîgirên mezlûman û dijberê zilma Mûaviyeyan e. Togrûl got, "Cihê gelê Elewî, kêleka gelê Kured e.
Piştî axaftin û peyman, Hozan Diyar, Seval Eroglû, Alî Sîzer, Huseyîn Guneş, Hasan Huseyîn Sari, Baran Aydin, koma govendê Koma Yekbûn û civaka asz û koroya zarokan a Mala Gel derketin ser dikê.