Akademîsyen Çetîn Gurer xwerêveberiyên li bajarên Kurdistanê nirxand û diyar kir, dewlet, hêzên navneteweyî û neolîberal wê timî bixwazin destketiyên herêmên xweser tine bikin û got, "Statuyeke hiqûqî hem ji bo jiyana bi hev re hem jî ji bo dewamkirina xweseriyê pêwîstiya herî girîng e."
Xwediyê teza doktora ya destpêkê li ser 'xweseriya demokratîk', nivîskarê pirtûka Heterotopyeke Welatîbûnê Dr. Çetîn Gurer rêveçûna xweseriya demokratîk ji ANF'ê re nirxand.
Gurer da xuyakirin, şîdeta dewlet, hêzên navneteweyî û neolîberal, nikare bi temamî daxwaza xwerêveberî û xweseriyê tine bike û got, "Di heman demê de asta şîdeta bê kirin, dikare rê li ber xurtbûna daxwaza xweseriyê û mezinbûna daxwaza cihêbûn û serxwebûnê veke."
Gurer diyar kir, ji ber şîdeta van hêzan, bêguman di warê bicihanîna îdealên aborî, siyasî û civakî yên rêveberiya xweser û xwerêveberiyê wê zehmetî derkevin holê û got, "Ev hêz wê timî bixwaze destketiyan ji holê rake. Wê bixwaze qadê teng bike û bixe bin bandora xwe. Lewma herêmên rêveberiya xweser ên li ser zemîna hiqûqa neteweyî yan jî navneteweyî hînê nebûne xwedî statuyeke qanûnî, mixabin bi awayekî vekirî dibin hedefa êrîşên dewlet, hêzên navneteweyî û neolîberal. Lewma 'statuyeke' hiqûqî pêwîstiya herî girîng a jiyaan bi hev re û dewamkirina xweseriyê ye. Di roja me ya îro de, mînakên xwerêveberî û xweseriyên bi dehan salan bi awayekî serketî meşiyan e, di dawiya dawî de bûne xwedî statu, ji şîdeta dewlet, hêzen navneteweyî û neolîberal rizgar bûne û li van herêman nemaye."
Gurer da zanîn, pêwîstiya bi xwerêveberiyê li Cerattepe ya Artvînê jî xwe nîşan daye û bibîr xist, ku ji ber rastiya siyasî ya li Tirkiyeyê, vegotina pêwîstiya xweseriyê yan jî xwerêveberiyê li Tirkiyeyê ne hêsan e. Gurer da xuyakirin, Tirkiye hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê sosyolojîk ve civakeke parçebûyî ye û got, "Pirsgirêka herî mezin a civakên parçebûyî ev in; pêşhikmî, bêparmayîna ji empatiyê, fêmnekirin û reva ji fêmkirinê."
'HEWL TÊ DAYÎN DESTKETIYÊN XWERÊVEBERIYÊ JI HOLÊ BÊN RAKIRIN'
Gurer ragihand, siyaseta Kurd ev demeke dirêj e ji bo bicihanîna xweseriya demokratîk û xwerêveberiyê, weke rêbazekê taktîka 'defacto' bi kar tîne û bêyî li benda dewletê bimîne, bi hêz û vîna xwe hewl da alternatîfên civakeke dixwaze biafirîne, ava bike.
Gurer anî ziman, ku Kurd bi vî rengî weke hêzeke alternatîf a modernîteyê derket pêşiya modernbûyîna kapîtalîst û dewletê û got, "Ev taktîk di dema bêçalakîtiyê de bi pêş de çû û hin destketî afirîn. Hem ji aliyê aboriyê ve hem ji aliyê çandê hem jî ji aliyê siyaset û perwerdeyê ve siyaseta Kurd hin saziyên alternatîf ava kir. Lê belê di roja îro de rewşa şer a ji nû ve derket holê, bandoreke neyînî li saziyên ava bûn, kir."
Dr. Gurer der barê afirandina aboriyeke alternatîf a di nava van şert û mercên şer de diyar kir, ku divê beriya her tiştî bê nîqaş kirin, ev yek pêkan e yan na û got, "Eger tevî her tiştî bersiveke 'pêkane' bê dayîn, hingî cihê destpêkirinê jî dikare ax be, ku cihê sereke yê hilberînê ye."
'BI BIKARANÎNA AXÊ RE ABORIYA KOMUNAL DIKARE WERE DESTPÊKIRIN'
Gurer da xuyakirin, ku axayê herî mezin ê axê yê li Kurdistanê dewlet bi xwe ye û got, "Dewlet kengî dixwaze vê axê ji bo hilberînê amade dike, lê bi giranî li derveyî hilberînê dihêle. Bikaranîn û belavkirina vê axê li mirovan, li ser bingeha komunal û karê kolektîf pêkanîna reforma axê diakre aboriyeke alternatîf bide destêkirin."
'STATU KÊM HAT HIŞTIN'
Gurer bal kişand ser girîngiya xebatên ji bo statuya xwerêveberiyê û got, "Li ser kaxizê bimîne jî, divê xebatên hiqûqî û qanûnî têkildarî daxwaza statuyê ya gelê Kurd bên meşandin. Xebatên statu yên li ser çarçove, erk, sazî û sînorên statuyê bên meşandin. Li gorî min yek ji karê herî girîng ê heta niha kêm hatiye hiştin, ev e."