Kartal: Bila kes nekeve nava fikaran; em ê bi ser bikevin
Li bajarê Elmanya Stûttgartê, li ser berxwedana xwerêveberiyê a li Bakurê Kurdistanê civîneke gel hat lidarxistin.
Li bajarê Elmanya Stûttgartê, li ser berxwedana xwerêveberiyê a li Bakurê Kurdistanê civîneke gel hat lidarxistin.
Hevserokê KONGRA GEL Kartal li civînê axivî û destnîşan kir, ku berxwedana xwerêveberiyê wê bigihêje encamê û banga mezinkirina têkoşînê li Kurdên li Ewropayê kir.
Li bajarê Elmanya Stûttgartê, li ser berxwedana xwerêveberiyê a li Bakurê Kurdistanê civîneke gel hat lidarxistin.
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal di civîna gel a duh a li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, ku bi sedan Kurdistanî û dostên wan lê amade bûn, axivî.
Hevserokê navendê Cemal Okçûoglû axaftina vekirinê ya civînê kir û anî ziman, xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê bi pêşîgirtina li komkujiyên nû yên mîna Cizîrê dibe û banga mezinkirina têkoşînê li Kurdên li Ewropayê kir.
Okçûoglû bal kişand ser çalakiya li Strasboûrgê ya bi pêşengiya TJK-E û KCD-E tê lidarxistin û xwest, bi xurtî tevlîbûn li vê çalakiyê bê kirin.
KARTAL: EM BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN; EM Ê BI SER BIKEVIN
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal jî da zanîn, ku her demên şoreşê girîng in, lê belê hin serdem hene çarenûsa şoreşê diyar dike û destnîşan kir ku niha serdemeke bi vî rengî heye.
Kartal got, "Dewlet bi tirs û zextê re dixwaze civakê bêdeng bike. Înkar û tinekirinê li ser civakê ferz dike. Ji bo dewlet negihêje vê armanca xwe, ya divê li dij bê kirin; berxwedan e."
Kartal got, "Bila kes nekeve nava gumanan; em ê bi ser bikevin" û diyar kir, bûyerên li Bakurê Kurdistanê diqewimin ne tenê pirsgirêka Kurd e. Kartal da xuyakirin, eger eniyeke antî faşîzan a demokrat û hevgirtina gelan diparêze derkeve holê, wê pêşî li AKP'ê bê girtin.
Kartal bal kişand ser girîngiya hevgirtina Kurdan û zîhniyeta PDK û Barzanî rexne kir.
Hevserokê KONGRA GEL Kartal destnîşan kir, ku wezîfeyên mezin li pêşiya Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn e."