'Mafê kuştinê' yê ji leşkeran re tê dayîn, di rojeva Meclîsê de ye
Beştaş a HDP'yî pêşnûme qanûna ku pêşî li darizandina leşkerên li Kurdistanê sûc dike digire, xist rojeva Meclîsê.
Beştaş a HDP'yî pêşnûme qanûna ku pêşî li darizandina leşkerên li Kurdistanê sûc dike digire, xist rojeva Meclîsê.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê Meral Daniş Beştaş, pêşnûmeya li ser pêşîgirtina li darizandina leşkerên li Kurdistanê sûc kirine, ku ji aliyê Wezareta Parastina Milî ve hat ragihandin, xist rojeva Meclîsê.
Beştaş pêşnûme pirsek pêşkêşî Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag kir û têkildarî pêşnûme qanûna ji bo darizandina leşkerên sûc kirine şertê destûra Wezîrê Parastina Milî û Serokwezîr ferz dike, ev pirs kir:
"Haya we ji vê pêşnûme pirsa ji aliyê Wezareta Parastinê ya Milî ve hatiye amadekirin û li nava raya giştî hat belavkirin heye? Pêşnûme pêşkêşî wezareta we hatiye kirin?
Çarçoveya vê pêşnûmeya ku tê gotin pêşkêşî wezareta we hatiye kirin çiye? Wê di kîjan qanûnan de guhertin bên kirin?
Wezareta we li ser pêşnûmeyê çi difikire?
Ev pêşnûme wê ji bo demên bihurî jî derbas bibe?
Çima pêşî li darizandina leşkerên sûcên li dijî mirovahiyê kirine, sûcê zêdegaviya erka xwe kirine, sûcê îşkence û pêkanînên xerab kirine, tê girtin? Ev guhertina qanûnî ya li dijî Destûra Bingehîn ^p yemanên navneteweyî ye, xwe dispêre kîjan qanûnê?
Bingeha biryarên beratê yên bersûcên niha ji ber dozên kuştinên kiryar nediyar tên darizandin, wê ev qanûn be?
Di rewşa heyî de hûn zêdegaviya bikaranîna erkê, îşkence û pêkanînên leşker niha li bajarên Rojhilat û Başûrrojhilat dikin, weke sûc dibînin? Eger ev sûc bin, çima niha ev leşker nayên darizandin? Eger ev yek ne sûc be, wê demê çima pêwîstî bi pêşnûme qanûneke bi vî rengî hatiye dîtin?
Ev pêşnûme qanûn wê ji bo polîsan jî bê amadekirin?"