Suryanî dixwazin Sawa Ûşana Îde bê berdan
Asûrî-Suryaniyên li Swêdê dijîn dixwazin Sawa Ûşana Îde yê di 17'ê Sibatê de ji mala xwe ya li Mîdyatê hat binçavkirin û piştre aht girtin, serbest bê berdan.
Asûrî-Suryaniyên li Swêdê dijîn dixwazin Sawa Ûşana Îde yê di 17'ê Sibatê de ji mala xwe ya li Mîdyatê hat binçavkirin û piştre aht girtin, serbest bê berdan.
Asûrî-Suryaniyan dan xuyakirin ku Sawa Ûşana Îde endamê ti partiyeke siyasî nîne, bi tenê parêzvanê mafên mirovan e û xwestin, di serî de Îde hemû parêzvanên mafên mirovan ên li girtîgehan tên ragirtin werin berdan.
Zekiye Cansû piştî civîna çapemeniyê ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku wê girtina Sawa Ûşana Îde ji nûçeyên Assyrîa TV bihîstiye û gelekî matmayî maye.
Cansû da xuyakirin ku ew bi xwe salên dûr û dirêj di bin sîwana Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Swêdê de xebitiye û got, "Beriya niha bi 2 salan min Ûşana û hevsera wî li Mîdyatê nas kiribû. Mirovên gelekî baş bûn. Piştî ku me bihîst hatiye girtin, me ji parlamenterê sosyal demokrat Yilmaz Kerîmo alîkarî xwest. Kerîmo bi Sefaretxaneya Bilind a Tirk re axiviye û sedema girtina Ûşana jê pirsiye. Sefaretxaneya Bilind jê re gotiye ew ê bi Mîdyatê re têkiliyê deyne, piştre agahiyê bide wî, lê heta niha ti agahî nedaye."
Sîmon Polî ku 20 sal lin Sawa Ûşana Îde nas dike da zanîn, ku Îde piştî jiyaneke ji salên dirêj li Fransayê, vegeriya ye welatê xwe û diyar kir, berî 7 salan li Mîdyatê bi cih bû û anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo mafên mirovan li wir bidomîne.
Polîs diyar kir, Îde ne endamê ti partiyekê bû, lê belê alîkariya însanî ay ji bo Asûrî û Êzidiyên li Nînova, Xabûr û Şengalê bi rêxistin dikir.
Polî ragihand, ku Asûrî-Suryanî aştiyê dixwazin, lê belê ji ber girtina mirovên mîna Sawa bi fikar in û bi ji nû ve derbûna şer re planên xwe yên vegera li welat, taloq kirine.
Ji rêveberên Navenda Çanda Asûriyan George Baryawno diyar kir, êrîşên piştî bidawîbûna pêvajoya aştiyê rû da, ew matmayî nehiştine û da xuyakirin, ku divê Asûriyên li derveyî welat dijîn vê rewşê ji cîhana derve re ragihînin.