Endamê Komîteya Amadekar a çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê Egîd Polat bang li saziyên Ewropa kir, ji bo bikeve nava tevgerê û got, "DMME li Cizîrê bêdeng ma. Eger li Sûrê jî bêdeng bimîne, em ê wê weke hevparê sûcê Tirkiyeyê bibînin."
Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan a li bajarê Fransa Strasboûrgê, ku di 22'ê Sibatê de li ber avahiyên Konseya Ewropa (KE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropa (CPT) ji bo dawî li komkujiyên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê bê anîn hat destpêkirin, di roja 9. de dewam dike. Kurdistaniyên ku heta niha bi nûnerên gelek saziyan re li hev rûniştin dixwazin, ji bo Sûr nebe mîna Cizîrê aziyên Ewropayê bikevin dewrê. Ji komîteya amadekar a çalakiyê nûnerê têkiliyên derve ya Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) Egîd Polat li ser armanca û daxwazên çalakiyê ji ANF'ê re axivî.
Ev 9 roj in hûn li Strasboûrgê çalakiyê lidar dixin. Armanca bingehîn a vê çalakiyê çi ye?
Ji gelek welatên Ewropayê bi beşdariya hezaran kesî re me di 22'ê Sibatê de dest bi vê çalakiyê kirin. Di destpêkê de me ji bo hefteyekê plan kiribûn, lê di nava çalakiyê de me dema wê guherand û heta 12'ê Adarê dirêj kir. Armanca bingehîn a çalakiya me, şermezarkirina bêdengiya heyî ya KE û DMME ye. Em dixwazin ev saziyên Ewropayê zextê li dewleta Tirkiyeyê bikin. Ji bo komkujiya li Cizîrê qewimî careke din li Sûrê dubare nebe, heta ku di vî warî de biryarek were stendin, em ê li vê derê çalakiya xwe bidomînin.
Daxwazên we yên sereke ev in?
Belê, daxwazên me yên sereke û lezgîn ev in. Pêwîste Konseya Ewropa û DMME heyetên xwe yekser bişînin Cizîr, Sûr û bajarên din ên Kurdistanê û li wan deran lêkolînan bikin. Em vê yekê ji hemû saziyên Ewropayê dixwazin.
Di vê çarçoveyê de hûn bi nûnerên gelek saziyên Ewropayê re rûniştin. Di van hevdîtinan de li ser çi hat axaftin?
Ji destpêkê ve em bi nûnerên gelek partî û saziyan re hevdîtinan dikin. Di vî warî de serdanan dikin. Di heman demê de em bi rêxistinên civakî yên sivîl re jî danûstandinan dikin. Ev hevdîtinên me didomin. Dikarim vê bi awayekî vekirî bêjim; Heta niha em bi nûnerên kîjan saziyan re rûniştin, bi awayekî vekirî destek dan û dan xuyakirin, ku komkujiyên Tirkiye li Kurdistanê dikin nayên qebûlkirin. Me dît ku piştgiriyê didn me. Mirov dikarin bêjin ku xebata dîplomatîk bandora xwe dike. Em ê encamên van hevdîtinan bibînin. Ji ber ku xuya ye saziyên me bi wan re hevdîtin kirin, ji aliyê xwe ve ketine nava liv û tevgerê. Ev yek ji bo me rewşeke erênî ye. Em li virê derê ji bo raya giştî ya navxweyî ya Kurd tiştekî nakin. Ne tenê em çend dirûşmeyan diqîrin. Armanca çalakiya me ne ev e. Yanî heta ji me tê em karekî lobî dimeşînin û hevdîtinên dîplomatîk dikin. Di encama van hevdîtinan de em dixwazin li hemberî Tirkiyeyê biryareke bi bandor bê dayîn û dorpêçiya li ser Sûrê û navçeyên din ên Kurdistanê bê rakirin. Ji bo mîna Cizîrê li Sûrê nebe, em dixwazin bi lez û bez biryarekê bidin derxistin.
Ji bo rakirina qedexeya derketina derve ya li Cizîrê gelek serlêdan li DMME hat kirin, lê encam jê derneket. Û beriya niha bi demeke kurt bi sedan mirov hatin şewitandin, hatin înfazkirin. Hûn vê helwesta saziyên Ewropayê û DMME çawa dinirxînin?
Em bêdengiya DMME weke hevpariya sûcê komkujiyê yê Tirkiyeyê li Cizîrê kiriye dibînin. Ji bo me ev yek gelekî zelal e. Ji ber ku serlêdanên hatin kirin nehatin qebûlkirin û dûre komkujiyeke mezin hat kirin.
Ev ne sûcdariyeke giran e?
Belê sûcdariyeke giran e, lê belê DMME û Ewropa bi bêdengiya xwe re bûn sedema qetilkirina bi sedan mirovan li Cizîrê. Eger bi rastî jî DMME bi wezîfeya xwe rabûya, di dema xwe de biryar bidaya, dikarî dewleta Tirkiyeyê ji komkujiya dike, vegerîne. Û ev komkujî jî nedibû. Em jî li vê derê, ji bo Cizîr careke din dubare nebin çalakiya rûniştinê dikin. Ev yek durûtiya DMME ye.
Hêzeke pêkanînê ya DMME heye?
Bêgûman însiyatîf, hêza pêkanînê û biryargirtinê ya DMME heye. Dewleta Tirk qebûl bike yan neke, hêz û erkeke bi vî rengî ya DMME heye. Lê ev nekir. Ji ber ku nekir li pêş çavên Kurdan DMME bêdeng ma û bû hevparê sûcê komkujiya li Cizîrê. Bi bêdengiya xwe re bû hevparê vî sûcî. Em Kurd, em ê dest ji vê dozê bernedin. Ji bo Cizîreke duyemîn rû nede, çi ji destê me bê em ê bikin. Heta ku DMME û Konseya Ewropa delegasyonekê bişîne Sûrê em ê çalakiyên xwe bidomînin. Çalakiya me li cihekî stratejîk e. Li cihê saziyên Ewropa lê ne. Lewma karekî me yê din ew e; em diçin serdana welatên endamên daîmî yên KE û hevdîtinan dikin. Ev yek ji bo karê me girîng e. Ji ber ku em qewimînan, bûyeran radigihînin û agahiyan didin.
Hûn bi nûnerên çend welatan re rûniştin?
Heta niha bi nûnerên 9 welatên daîmî re em rûniştin. Di nava van de welatên Spanya, Îtalya, Rûsya, Belçîka jî hene. Em dixwazin nûnerên 46 welatên endam -Tirkiye ne di nav de- ziyaret bikin. Ji bo me karekî girîng e. Yek ji karê girîng ê konê me yê berxwedanê ev e. Di hefteya pêş de em ê li Parlametna Ewropayê dest bi hevdîtinan bikin. Em di wê baweriyê de ne ku wê destekeke cidî ji me re bê dayîn. Ji ber ku gelek dostên me û yên piştgiriyê didin me hene.
Ji saziyên Yekîtiya Ewropayê (YE) daxwazên we yên lezgîn çi ne?
Dewleta Tirk bi komkujiyan bersivê dide daxwaza azadî û demokrasiyê ya Kurdan. Tine dihesibîne. Lewma em bi lezgînî dixwazin, DMME Tirkiyeyê mehkûm bike. Ya duyemîn, pêvajoya endametiya Tirkiyeyê li Yekîtiya Ewropayê bê sekinandin, DMME û Konseya Ewropa heyetan bişînin Cizîr, Sûr û bajarên din. Komkujî û wehşet ancax bi vî rengî biqedin. Ji bo Cizîreke duyemîn neqewime divê ev were kirin.
Herî dawî bangek we ji bo Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn heye?
Mehmet Tûnç di axaftina xwe ya dawî de got, "Dibe ku em şehîd bikevin lê têkoşîn wê bidome." Banga me li gelê me ew e; li ku dera cîhanê dibe bila bibe, xwedî li mîrateya Mehmet Tûnçan derkeve. Divê em dengê xwe tevlî dengê Cizîr, Sûr û berxwedana xwerêveberiyê ya li tevahiya Bakurê Kurdistanê bikin. Pêwîste her der rabe ser piyan û di nava têkoşîna demokratîk de cih bigire.